Duaya Hz. Muhammed (s.a.s)
Bibêje: “Rebbê min! Ez xwe ji xapandina şeytanan devêjim te. Ya Rebbî ez ji hatina wan ya bal bi min ve, xwe devêjim te. ” ( Mu’mînun; 97-98)
Nifira Hz. Nuh (a.s)
Paşê ji Rebbê xwe re lavayî kir û got: “(Ya Rebbî!) Bi rastî zora min birin, aîkariya min bike.” (Qemer; 10)
(Nûh jî) got: “Rebbê min! Ez, ji ber xwestina tiştên ku zanîna min pê tune, xwe devêjim (bextê) te. Eger tu mexfîret û rehmê li min nekî, ez ê bibim ji ziyandaran.” (Hûd; 47)
Duaya Hz. İbrahîm (a.s) Ya Ji Bo Eff û Mexfîret û Ewladên Bixêr.
Bi bîr bînin; Îbrahîm û Îsmaîl ruknê Beytê bilind dikirin û (bi vî awayî dua dikirin ) digotin: “Ya Rebbê me! Tu vê ji me qebûl bike. Bêşik hew tu hemû tiştan dibihîzî û zana yî.” (Beqere;127)
Îbrahîm gotibû: “Ya Rebbî! Tu vî bajarî bike bajarekî emîn û ehlê wî yê ku bi Xwedê û roja axîretê bawerî tînin, bi ber û fêkiyan bide riziqkirin.” Rebbê wî jî gotibû: “Ez ê yên înkar dikin jî xweş bidim jiyandin û paşê wan neçar bikim bo çûna agirê cehenemê.” Çi aqûbeteke xirab e ew der? (Beqere; 126)
“Ya Rebbê me! Me bike du evdên ku ji te re teslîm bûne û ji zûriyeta me jî, ummeteke ku teslîmî te bûye derîne. Cihê îbadeta me nîşanî me bide û tobeyên me qebûl bike. Lewra yê tobeyan qebûl dike û Rehîm hew tu yî. Ya Rebbê me! Ji wan re, qasidekî ji wan ku ayetên te ji wan re bixwîne û kitêb û hîkmetê nîşanî wan bide û wan paqij bike, bişîne. Bêşik ê Ezîz û Hekîm (xwedî hikum û hîkmet ) hew tu yî.” (Beqere; 128-129)
Duaya Hz. Lut (a.s)
“(Lut) gotibu: “Rebbê min! Li hemberî vî qewmê fesad tu alîkarîya min bike.”(Enkebut; 30)
Duaya Hz. Eyyib (a.s)
Evdê me Eyub jî bi bîr bîne. Wî gazî Rebbê xwe kiribu û gotibu: “Bi rastî şeytan ezab û betilandin da min.” (Sâd; 41)
Eyub jî bi bîr bîne; wî gazî Rebbê xwe kiribu û wuha duâ kiribu: “Ev derd (û nexweşî) li min ketîye. Tu Rehîmê Rehîmanî.” (Enbiya; 83)
Duaya Hz. Yûsif (a.s) Ya ji bo Hemd û Mexfîretê
“Ya Rebbî! Te hukumranî da min û te tabîra xewnan nîşanê min da. Ey xaliqê erd û esmanan! Li dinya û axretê dostê min tu yî. Bi Mislimanî rûhê min bistîne û min têxe nava evdên xwe yên salih.” (Yûsif: 101)
Duaya Hz. Şuayb Ya ji Bo Alîkarîyê
“Piştî ku Xweda em ji dînê we xelas kirine, eger em dîsa vegerin ser dînê we, bi rastî me derew û buxtan li Xweda kiriye. Hetta ew Xwedayê ku Rebbê me ye nexwaze, nabe ku em şunda vegrin ser dînê we. Xweda bi zanîna xwe hemu tişt zeft kiriye. Me ji Xweda re tevekkul kiriye ( û xwe sipartiye wî). Rebbê me! Di nava me û qewmê me de tu bi heqqî hukumê xwe bide. Tu çêtirê hukumdaranî.” (A’raf; 89)
Duaya Hz. Silêman (a.s) Ya Ji Bo Dewlemendîyê
.... “Ya Rebbî! Îlhamê bide min ku, ji ber nîmetên te daye min û dê û bavê min ez şikir bikim. Bi rehmeta xwe, min bixe nava evdên xwe yên qenc. (Neml; 19)
“Got: “Rebbê min! Min effu bike û hukumranîyekî bide min ku bila di pêy min de nebe nisîbê tu kesî. Bêşik tu pirr lutifkarî pirr. (Sâd; 35)
Duaya Hz. Zekerîya (a.s) Ya Ji Bo Zarokan
Wî bi dengekî nizim gazî Rebbê xwe kiribu. Gotibu: “Rebbê min! Bi rastî hestîyê min sist bun û por û rûyê min sipî bun û serê min bi agirê pîrîye pê ketîye. Ji ber dûayên ku min ji te re kiriye, ez tu car bextreş nebume û ji tiştekî mehrûm nebum. Bi rastî ez di pey xwe de ji merivên xwe ditirsim ku karên qenc nekin û pîreka min jî zarûkan nayne. Ji bal xwe ve kurekî îhsanî min bike. Ku bila bibe mîratxurê min û mîratxurê malbata Yaqub. Rebbê min! Wî bike yekê ku tu bi wî qayil dibî. (Meryem; 3-6)
Zekerya li wê derê ji Rebbê xwe re dûa kiribu û gotibû: “Ya Rebbî! Ji bal xwe ve zûrîyeteka paqij îhsanî min bike. Bêşik tu duayan dibîhîsî. (Alî-Îmran; 38)
Zekerya jî bi bîr bîne; gazî, Rebbê xwe kiribu gotibu: “Rebbê min! Min bi serê min tenê nehêle. Çêtirê warisan tuyî tu.” (Enbiya; 89)
Duaya Hz. Yûnis Ya Ji Bo Eff û Mexfîretê
Zûnnûn (Yunis) jî bi bîr bîne; ew ji qewmê xwe xeyîdî bu û çubu. Guman dikir ku emê wî di tengîyê de nehêlin. Di tarîya (zikê masî) de ji Rebbê xwe re duâ kir û got: “Ji te pêvtir îlah tune. Ez te tenzîh dikim. Bi rastî ez bum ji zaliman. (Enbiya; 87)
Duaya Hz. Îsa Ya Ji Bo Riziq
Îsayê kurê Meryemê jî gotibu: “Xwedayê min, Rebbê min! Di ser me de ji asîman sifreyekî daxîne ku ji me re, ji pêşîyên me re û ji paşîyên me re bila bibe îd (cejn) û bila ev buyer bibe mûcîzeyek ji te. Me bide riziqkirin tu qenctirê riziqvanan î. (Maîde; 114)
Duaya Hz. Musa Ya Ji Bo Eff û Mexfîretê
Got: “Rebbê min! Bi rastî min zûlim li xwe kir, êdî min effu bike.” Xweda jî, ew effu kir. Lewra Xweda, Xeffur û Rehîm e. Û got: “Rebbê min! Ji ber wan nîmetên ku te daye min êdî ez alîkarîya gunehkaran nakim. .” (Qeses; 16-17)