Bila ti kes Tirkîyê bi terorîstan ve yek negire, ev yek bê exlaqîyeke gelekî mezin e.
Xweşîya herî mezin a ku CHP bike girîngîya azadîya olê ye. Tişta ku bo CHPê pêwîst e, ne guherandina rêber e, guherandina hişmendîyê ye.
Ew operasyona xelaskirinê ku Fransayê kir wek operasyona tunekirinê bûye. Divê di sêrî de gaza jixwebirinê bikar bianîna û operasyon bikirana.
Li dinyayê heznekirin desthilat e, jiber ku heznekirin heye, her gav perçebûnê dixwazin. Divê ewil hezkirinê fêrbin.
Em ti awayî qebûl nakin ku hukûmet bi şêweyên dij demokratik were xistin. Xeletîyên kesan bo xistina hukûmetan nabe hincet.
Guhertina hukûmetan divê tenê bi hilbijartinan ve bibe. Demokrasîyek ku reya gel nayê hesibandin nabe. Kêrî Tirkîyê nayê.
PKK li Sûrîyê jî bûye bela serê Misilmanan. Bi darê zorê zarokên xelkê ji wan distînin.
PKKê bi salan tundî parast, tundîya ku wan diparast li wan vegerîya. Divê bibinin ku tundî tiştek çawa ye û dev jê berdin
Ger kî plan dike ku wan kujerên polîs û mehmetçîkên me efû bikin, Xwedê wan îslah bike, ger îslah nebin bila helak bin
Mezinbûna Tirkîyê nedîtin, xwe gelekî hêzdar dîtin, ji komek newêrekan bawerkirin kêm aqilî ye.
Tevî ku HDP dizane nikare bikeve meclîsê jî, wek partî dikeve hilbijartinê. Gelekî aşkere ye k udi vir de planek heye.
Bila li Tirkîyê bêşerefekî ku bîne Ocalan serbest berde, kujeran azad bike, xweserîyê bide û welêt perçe bike negerin, nikarin bibînîn.
Ger PKK hêvî dike ku bi şerkirinê ve dê tawîzan ji Tirkîyê bistîne, tenê xwe dixapîne. Ew gefxwarina wan a bi şev û roj ji kêmasîya wan e
Derbeya îlmî ya herî mezin a ku li cîhanê li komunîzmê were xistin, fêrkirina bersiva Darwînîzmê ya li dibistanan bo gencan e.
Divê teqez destûrê nedin wan kesên ku ji sûrîyê tên û tev li mazlum û bêgunehên Êzidî dibin û li hember Tirkîyê şer dikin.
Jiber ku Tirkîye xwedî merhemet e, ji her kesî re derîyê xwe vedike, divê teqez rê nedin ku ev merhemet şaş were xebitandin.
Ger li dibistanan bêjin “kal û bavên me qirêj bûn” ew gencan dê bikevin kêmasîya îmanê, û berê xwe bidin tundîyê. Divê ev yek mirov şaş neke.
Çi ji destên wan tê bila bikin, em nahêlin ku bi awayekî dij demokratîk Tayyip Xoca bixînin. Kesê ku bi hilbijartinan hatîye dê wisa jî biçe.
Divê teqez hukûmeta me li dibistanan bi delîlên îlmî ve bi nîşandana fosîlan ve bersiva Darwînîzmê fêrî zarokan bike.
Propagandaya rêxistineke kujer, avabûneke mafyayî, yanî PKKê serbest nayçê hîştin, bila vê yekê pêşnîyar jî nekin.
Wekî ku hîç Ergenekon nebûye tevgerîn nesamîmîyeke mezin e. Ger kî bûye sedema belavbûna vê dewleta kûr jê re helal be.