Di nêrîna bawermendan de nûr, xweşikî û hezkirin heye. Lê di çavên munafiqan de nefret û mirin heye.
Şaş axavtina munafiqan, mirûzê li ser rûyê wan û kirêtiya wan di Quranê de derbas dibe.
Munafiq xwe wek "durustker û tîmarker" nîşan dide. Fîtneyan derdixe û dij misilmanan dipeyive, lê disa jî xwe xêrxwaz dide xuyakirin.
Munafiq naxwaze ayetên Quranê, hukmên Xwedê bibihîse. Gelekî ji dengê Quranê aciz dibin.
Munafiq naxwazin Xwedê wek Yek û Tek bilêv bike. Dixwaze pergala şîrkê hebe. Gorî xwe yên xurt dike pût û xwe dispêre wan.
Em nabêjin bila zordestiyê li homoseksuelan bikin, lê em mejbûrê vegotina kirêtiya wî îşî ne. Dayîna keçmarî û kurmariya wan, xwîndayîna wan ne durust e.
Dema mirov sedeqe û zikatê dide bi hesabên biçûk ve nade, zêde zêde dide. Xwedê dibêje ji xeynî hewcedariya malê, yên din belav bikin.
Yên ku naxwazin nîşaneyên munafiqan bibihîsin, munafiq bi xwe ne. Çi gav bawermend vê dibihîsin, wek fersenda xwe durustkirinê dibînin.
Bila vegotina Îslamê, Quranê mirov pereyan nagire. Teblîx bo pereyan nayê kirin.
Dema herî teng û dijwar dema bawermendan a herî hêja ye, xurttir dibe. Dikare xêra 30 salan 30 qatî zêdetir di wê dema dijwar de hilde.
Em dixwazin birayên xwe Kurd di nava hebûn û zengînîyê de bibînin, bila teqez alîkariya madî li hemûyan bê kirin, alîkariya pere jî. Birayên me Kurd xwedî rûmet in hewcedariyên xwe nabêjin, divê em lazimiyên wan demildest daynin ber deriyê wan û xaniyên wan jî zûtir ava bikin. Bila di her sermiyanê de pêşanî ya Kurdan be. Divê em hezkirina xwe baş nîşandin ku bila bizanin ew yek ji xweşikiyên vî welatî ne. Em bi hemû gelê xwe dikarin hewl bidin ku bila birayên me Kurd bi dilrihetî bi eşq û bawerî bijîn. Canên me Kurd dê bi aramî bijîn.
Bila li herêmên terorê ceyran belaş be. Faturayên wan bîla ser navê me were birîn, em ê bi gelê xwe ve bidin, bila birayên me mexdûr nebin.
Zulmeke mezin e ku Misilmanên Xwedayê wan, Kitêba wan û Qibleya wan yek e hev bikujin. Hemû ev zulman acîlyeta hatina Mehdî nîşan didin.
Gelekî şayanê dîtinê ye ku Misilman nizanin hevkuştina wan lîstikeke şeytan e.
Şûna ku derfeta hev hezkirinê, hev hembêz kirinê, rakirina bobelatan heye, hev kuştin bêwijdaniyeke mezin e.
Ruhê hin Misilmanan qalik girtiye, nizanin bi hezkirin û dilovanî nêzîkî hev bin.
Dema ku mizgevtên Şiîyan ayn jî mizgevtên Suniyan tê bombekirin, Misilman tenê mizgevtiên xwe bimbe dikin, ev yek aşkere zulum e.
Sedema ku Iraq û Efxenîstan binpê kirin, bêkalîte dîtina wan bû. Hîç kesek nikare welatekî kalîte binpê bike. Bila Tikiye kalîteya xwe zêdeke.
Bona ku dijayetiya Tirkiyê a li cihanê rabe, divê em gencên nûjen, kalîte û ronak ku exlaqê Quranê û hezkirinê dizanin bigihînin.
Bila Tirkiye qat bi qat ji Ewropa azad û demokrattir be, nûjen be, Di warê azadiya jinan de gelekî ji wan pêşdatir be. Bila ramanê ronak serdest be.
Xwedê mirovan dide hezkirin. Divê mirov şûna ku dikeve şîrkê, bi daxilbûna Xwedê ve hezkirinê bixwaze. Divê bêje; "Ey Xwedayo! min bide hezkirin!"