Dxwedê di Sûreta Nûr ayeta 55em de mizgîn dide ku dê bîne ola ku jê hez dike bike desthilat. Xwedê nahêle paşverûtî bibe desthilatê cîhanê.
Wisa dizanin ku ger ol dijwar be, rûmettir dibe. Wisa hedizanin ku ger ol hêsan be nabe ol. Nexwe Xwedê dibêje Îslam hêsan e.
Ger Misilman piçekî jî exlaqê kufrê hilde, ev jiyana wan tarûbar dike. Îslam yekpare ye, divê di hemû merhaleyên jiyana Misilmanan de hebe.
Ger çilkek exlaqê kufrê li mirov bigere, mirov gelekî nekamran dike. Ji wê demê pêve jiyana mirov dikeve tengasiyê.
Dibêjin “Îngilîstanê sînor xêz kirine” û ber çavên xwe mezin dikin.Sînorçêker Xwedê ye. Yê cîhanê rêve dibe Xwedê ye. Xwedanê hêzê Xwedê ye.
Dilketina kufrê û ji Xwedê bawernekirin Misilmanan perîşan dike. Dibêjin em ê çawa bikin, tu nakî Xwedê dike.
Ew kesê ku kufrê ber çavên xwe mezin dike, ji Îsamê û ji Xwedê bawer nake. Rêveberên cîhanê ne Obama û Merkel e, Xwedê ye. Ew peywirdar in.
Gel bi ti awayî pergala serokatiyê naxwaze. Paşguhkirina vê yekê ne durist e.
Gelek mirov hişê xwe nadin serê xwe. Dema mirov berê xwe dide wîjdana xwe, baqil dibe, şaşîyan dibîne û bi berve rastiyê diçe.
Dema ku mirov bi dil û can xwe li Xwedê digire, dafikên şeytan dibîne ku çawa tevdigere û tevdîran digire, wê hingê dibe serwext.
Bawermend xwe li hêrsê, hestiyariyê, kîndariyê nagire û xwe pê ve bernade. Destûr nade ku şeytan gorî dilê xwe wê/î bixijikîne.
Divê bawermend bi temamî benê şeytîn bibire û xwe bi benê Xwedê bigire.
Gelek mirov di Quranê de efûkarî, xwedî sebrî û exlaqê şirîn dixwînin lê belê bawer nakin ku were sepandin. Exlaqê şirîn hêsan e.
Ger mirov xwe biqehirîne, ev yek ji destûrdayîna tengezariya şeytîn pêk tê. Bawermend ji dadmendî û dilovaniya Xwedê bawer dikin.
Xwedê naxwaze ku mirov hev biqehirin û perîşan bikin. Xwedê dixwaze ku mirov tobe bikin û sererast bibin.
Dema ku mirov bi olê dilê xwe dişon ev yek bo wan dibe nûr. Ol nîmet e, ronahiya hiş e.
Gelek mirov wisa zanin ku ol cîhanê ji destê mirov digire, ya rast bêxwedayetî cîhanê ji destê mirovan digire.
Bêxwedêtî jiyanê, xan û manê, zarok û zêçikan dike bela sere mirovan. Ol jî her tiştî bedew dike.
Wisa zanin ku dema oldar bin, muzîk, huner, nîgar, peyker û xweşikî nabe. Di Quranê de ol ne ev e. Quran her başiyê pêşniyar dike.
Ji rûyê ola kal û bavên xwe ew e ku Îslama pak û paqij ji rûyê erdê rakin. Jiber ku ne li ser Quranê ne, Misilman li her derê tên çewisandin.
Çi tiştekî dilşewat e ku di malekî de wêne tune be û muzîk ji jiyanê hatibe derxistin. Quran pesnê hunerê dide, nîgar û peyker ne heram in.