Ger mirov xwe berde demildest diweste, xweperest dibe, bi hestek ajalî ve tev digere. Bawermend bi hişê îmanê ve ber xwe dide.
Jixwe mirovên exlaq baş wisa dizanin. Lê belê exlaqê baş bi vîna îmanê û bi perwerdeya nefsê ve bi dest dikeve.
Em nefsa xwe digirin û tînin rê, û wisa xizmeta mirovê di ruhê me de ye dikin, teqez em teslîmê xweperestiya nefsa xwe nabin.
Avahîyên bilind bona derûnîya mirovan ne baş e, divê bajar ji xanîyên xwedî baxçe pêk werin.
Evîndarîya jinekî weke evîndarîya Xwedê mumkûn e. Bi zanebûna tecelîya Xwedê hezkirin, hezkirina rasteqîn e.
Ger tu dikarî jinekî mîna hewandina kulîlkan bihewînî, evîndarê wê be. Jin ji kesê li hember xwe îman teqwa û exlaqê baş dixwaze.
Mirovê destê wî/wê li xwîna Misilmanan gerîyabe dê heta hetê di dojehê de bimîne. Yê ku li dijî DAÎŞê têdikoşe bila bi îlm û îrfanê bike.
Em gelekî ji Kurdan hez dikin, em ê bi hev re li çîyan deng û daholê goveng bigerînin, sifreyan vekin. Em destûrê nadin PKKê.
Cîhan pergalek wanî di qalikê xwe de, ji muzîkê, ji hunerê, ji xweşikîyê û ji şadiyê dûr qebûl nake. Exlaqê Îslamê wiha nabe desthilat.
Gelek mêr wisa zanin ku ew bo rêvebirana jinan peywirdar in. Jin zêdetir hişmend û raman kûr in.
Bi hatina Mehdî ve dê dostanî, hezkirin li cîhanê bibe karê sereke. Dê hemû çek ji holê rabin, dê hemû şer û pevçûn biqedin.
Dîtina jinan wek sûcdarê pêkan yek ji wan şêweyên têgihîştîna paşverûyan a Îslamê ye.
Misilman ango mirovê herî bikalîte herî paqij û baş. Misilmantî ne ew pergala tundrew ku paşverû qal dikin e.
Muzîk xweşikî ye. Di hemû gerdûnê de pêlawazî (rîtm) heye. Giyan ji rîtm û muzîkê kêf digire.
Paşverûtî, nedêndayîn û bêçêjîyê wek lazimiyên olê fem dikin. Ev ne pêwîstiyên olê ne. Ol bedewtirîna her tiştî ye.
Di bihuştê de nîgar, muzîk û xweşikî heye. Xwedê ji me dixwaze ku em bi îman û hiş ve cîhanê jî wek bihuştê bikin. Bawermend dojehê naxwaze.
Dema muzîk, xweşikî, şadî hebe îmana hin paşverûyan zehîf dibe. Ne normal e ku dema muzîk lêdikeve mirov Xwedê jibîr bike.
Ger baş bala xwe bidin, dê bihuşt di serê wan de diyar be. Kesên ku pergala cîhanê baş fem dikin bihuştê jî baş fem dikin.
Divê Misilman gotina Xwedê bawer bike. Dibêje ez ê yên baş têxim bihuştê. Xwedê ji soza xwe venagere. Mumîn divê tam bawer bike.
Perçebûna Tirkiyê tê wateya avabûna dewletek komunîst, û tê wateya qutbûna navbera Tirkiyê û alema Îslamê . Em vê yekê nahêlin.
Gotina ku dê Tirkiye bi federebûnê ve mezin be ji derî aqil e. Tirkiya Mezin wiha nayê avakirin