Heta ku perjewendiyên wê hebe, kufr dost e. Dema ku perjewendî nemînin, demildest dibin dujmin. Lê belê di Îslamê de ne wisa ye. Di Îslamê de sebir heye, dilovanî heye.
Di jiyanê de sepandina Quranê hunerek e. Mirovê hişmend Quranê baş fem dike û bi awayekî li jiyana xwe dike. Wek mînak, dê dilnizmî çawa be? Xwemezinkirin dê çawa rabe? Dê hezkirin çawa were jîyîn?
Divê rêberek, pêşengek li ser Misilmanan were tayînkirin, hişê me vê rêyê li me nîşan dide. Ger serî nebe, laş jî belav dibe. Serheng jî Îmam Muhammed Mehdî (as) e. Ev omet, xeynî Mehdî (as) ti kesî qebûl nake.
Heta ku heznekirina jinan hebe, di alema Îslamê de rizgarî nabe, xelasbûn nabe, dê bela mîna baranê bibarin. Nîvê evdên Xwedê jin in. Ewqas ji jinan nefretkirin, belaya Xwedê kaş dike.
Dema ku şikir dikin, bereket zêdetir dibe. Şikirkirin çi ye? Bicîhanîna Quranê, Tevekuliya Xwedê kirin û ji Xwedê razî bûn. Zilam ji Xwedê ne razî ye. Her gav gilî dike. Wisa bawer e ku Xwedê neheqî lê kiriye. Wê gavê bereket dibe? Bereket nabe.
Eşqa rast, eşqa Xwedê bî xwe ye. Xwedê bi eşq tê hezkirin. Afirandinên wî jî bi eşq tên hezkirin. Hemû xweşikî yên Xwedê ne. Hemû pesin jî yên Xwedê ne. Yê ku em evîndar in Xwedê ye.
Jin kesên wisa ne ku bi aqil difikirin, û xwediyê rihekî hunerhez in. Û gelekî jî zîrek in jin. Hûrguliya gelekî baş dibînin, ji mêran bêtir berfireh dibînin.
Em ê bersiva wan kesên ku cîhanê wek dojeh dikin, bi vegerandina cîhanê mîna bihuştê ve bidin.
Em ê li dinyayê hezkirinê desthilat bikin. Xwedê ev cîhana bo ku hezkirin hebe afirand. Bo ku "Bende hebin û îbadetên xwe bikin" afirand. Lê belê ya ku ji bendeyên xwe dixwaze hezkirin e. Xwedê dibêje; "Hûn ji min hez bikin û ez jî we hez bikin." Ger hezkirin nebe, ti wateya dinyayê tune ye.
Dilovanî, rûnermî û dilnermî. Em ji Xwedê van tiştan naxwazin? Em li bihuştê çi dixwazin? Em dixwazin ku Cenabê Xwedê me efû bike, li hember me rûnerm û dilnerm tev bigere. Divê em jî li hember mirovan wiha bin.
Hin kes bona berjewendiyên xwe naxwazin Mehdî derkeve, Îsa (as) were, lê belê me ev yek li gel da nasîn.
Nîşaneyên ku Pêxemberê me derbarê Mehdiyetê de gotine, yek bi yek derketine û hêj derdikevin.
Gelek kes hesûdiya rastderketina mûcîzeyên Pêxemberê me yên derbarê axîrê zeman de dikin, lê belê li hember mûcîzeyan têk çûne.
Alema Îslamê tî û birçiyê Îtîhada Îslamê ye, muhtacê pêşengekî ye, dê Xwedê wî/ê kesî/ê di nava çend salan de li mirovan nişan bide.
Divê bi îmaneke kûr, bi rasteqîniyên îmanê, bi mucîzeyên Quranê, bi hezkirinê ve nêzî tiştan bin.
Li Misrê û li gelek dewletên din, zordariyê li Misilanan dikin, rawestandina xwîna dirije, ne bi siyasetê ve, bi xurtkirina îmanê ve dibe.
Şûna ku qala hezkirinê, dostaniyê û eşqa Xwedê bikin, her gav behsa pevçûnan dikin. Her gav di nav têkçûnê de ne.
Gelekî sosret e ku alimên Îslamê, şûna ku hewl bidin fîtne bisekine, şer raweste, şêweyeka ku Misilmanan bera hev didin bikartînin.
Bila dilê Selahedîn Demîrtaş rihet be, em teqez nahêlin ku kesek fîtika xwe lê bixe. Em ê wî destê ku dirêjî wî be bi dadê bişkênin.
Selahedînê Eyûbî kesayetiyekî xwedî qîmet ê ji dîrokê ye, li Misrê bo têkoşîna dijî terorê, derxistina ji pirtûkên dibistanan ne wijdanî ye.
Lîbya, Surî, Iraq û Yemen… dema ku her deverên Alema Îslamê di nav êş û elemê de ye, xwestina rizgariya yek dewletê ne wijdanî ye.