Kî bikuje bila bikuje ez li dijî wê me. Kî bike bila bike ez li dijî zulmê me, Xwedê teqez heqê wê dide.
Ez hemû mirovan bona Xwedê hez dikim. Ji olekî ji netewekî nefretkirin tiştekî gelekî biçûkxistî û çirkîn e.
Gelek mirov ketine nav belaya heznekirinê. Ji kesî heznekirin belayek mezin e, ew jî cureyekî nexweşiyê ye.
Ya ku bihuştê dike bihuşt hezkirina Xwedê ye. Ger hezkirina Xwedê nebe, ti wateya koşk û xwarin û xweşikîyan tune ye..
Li her derê cîhanê pêwîstî bi Mehdî heye. Iraq, Qibris, Lîbya her der muhtacê hezkirinê ye. Ev yek bi Mehdîyet ve pêkan e.
Yekem çareserîya hemû pirsgirêkên cîhanê hînbûna hezkirinê ye. Her der çek û tûrên qûmê û têlên dirî ne. Çi evqas nayê parkirin?
Hezkirinê wek luks dibînin. Hebe jî nebe jî dibe bo wan. Dema hezkirin nebe, ne pêkan e ku mirov ewle bijî.
Ger hezkirin nebe dê cîhan bimire. Hezkirin ne tiştekî luks e. Hezkirin jêveneger e. Hezkirin nebe, şûna jîyanê perîşanî dibe.
Em bêhûde qala hezkirinê nakin. Hezkirin şerdê yekem ê jîyanê ye. Jiber ku hezkirin tune ye hemû cîhan evqas êş dikêşe.
Bi berjewendîyê ve hezkirin nabe. Hezkirin li ser fedakarî ye. Li Anadolê ev rihê fedakar baş tê dîtin.
Rihê berjewendparêz mirov têk dibe. Xwehezî hezkirinê dikuje. Bona piçek hebûn, evqas berjewendparêzî û rikberî bêwate ye.
Her ku paşverûtî geş dibe, dijberîya Îslamê jî geş dibe. Ger cîhan Misilmantîya Quranê bizanibe, dê girse bi girse bibin Misilman.
Heterî dibêjin Bedîuzeman seyîd e. Bedîuzeman Kurd e. Em bi kurdbûna Ustadê xwe ve serbilind in.
Tişta ku jinan biqedr dike exlaqê rind e. Tirsa Xwedê, heza Xwedê, nazikî, kûrbûn, bengî û dilsozî jinê bedew dike.
Di ayeta 55em a sureya Nûr de, serdestîya exlaqê Îslamê û Mehdîyet hatîye vegotin.
Bedîuzeman dibêje; "Ez pêşengê bona Mehdî cîh amade dîke me". Tevî van gotinên zelal ên Ustad, wek mehdî dîtina wî ne rast e
Şirketên çekan her roj zengîntir dibin. Çi dibe li Misilamanan dibe. Hin Misilman jî li hember Yekîtîya Îslamê û Mehdîyetê berxwe didin.
Mehdîyet jî daketina Îsa Mesîh jî serdestîya Îslamê jî rast in. Divê Misilman li hember van rastiyan berxwe nedin.
Jiber ku em Mehdîyetê bê xurafe, bi nîşanên aşkere ve gorî Quran û hedîsan vedibêjin wiha gelekî bandordar dibe.
Alema Îslamê ketîye şirkê lewre tê çewisandin. Bi heramkirina helalên Xwedê ve cîhanê dikin dojeh. Ser navê Xwedê hukum nayê dayîn.
Dema exlaqê Quranê serdest bû, hemû Misilman divên hev xwedî derkevin. Dê jîyanek civakî ku her kes tê parastin ava be.