Li dijî rêxistineke çekdar û Marksîst Lenînîst nikarî bi riya siyasetê bi ser kevî. Dive li dijî vê xebatên felsefî û ilmî bê kirin.
Cihûbûn ne sûc e. Heke Barzanî cihû be ev ne şerm e.
PKK û rêxistinên din ên komunîst bi xebatên fikrî dikarin têk biçin. Bi deng nekirinê nabe, divê li dijî van îdeolojiyan xebatên fikrî bê kirin.
Kurd dê tu carî pergala komunîst û Stalînîst qebûl nekin. Çima pergaleke ku azadî lê nine û bêhna xwînê ji her derê wê tê, bixwazin?
PKKî ji bo ku tiryakê bi kar bînin û fuhûşê bikin naçin serê çiyê. Ev gotinên bê mantiqin. Divê ji îdeolojiya wê re bersiv bê dayîn.
Ger ji îdeolojiya PKKê re bersiv neyê dayîn, ev tê wê wateyê ku tu li hemberî îdeolojiya wê têk çûyî. PKK dê bi têkoşîna îdeolojîk bi dawî bibe.
Bi nezanî û cehaletê îdarekirin rêbazeke rast nîn e. bersivdayîna li îdeolojiyên darwînîst û materyhalîst hêsan e. Divê ji vê têkoşîna ilmî dûr nemînin.
Lê dê ev wisa dewam neke. Ger bersiv li îdeolojiyên darwînîst û materyalîst nayê dayîn dê çepgiriya tundrew bi awayekî xurtir pêş ve biçe.
Li Tirkiyeyê aliyên rastgir nikarin dengên mirovên revşenbîr û şareza bistînin. Dixwazin bi kesên ku zêde naxwînin û lêkolîn nakin re îdare bikin.
Cihê Abdullah Bîroglu, Yunus Koca û hemû şehîdên me bibe bihuşt. Xwedê sebrê bide malbatên wan.
Çawa ku siyasetmedar bi awayekî hesas tên parastin divê welatî jî wisa bê parastin. Divê li hemberî terorîstan tenê neyên hîştin.
Ger ji bo ku Ocalan bê berdan û federasyon bibe wisa tevdigerin, dê gelê me vê yekê qebûl neke.
Kurdistaneke komunîst dê bibe wek Koreya Bakur. Li herêmê avabûneke wisa ne kêrî herêmê ne jî kêrî Emerîkayê tê.
Em bi qanûn û hiqûqê li ba wan kesa nahêylin ku plana dabeşkirina Tirkiyeyê kiribin.
Di cenazeyên PKKê de tu kes nagirî. Lê cenazeyên şehîdan de dibêjin “em şewitîn, agir ket û em mehf bûn” uslûbên bi vî rengî eyb û şerm in.
Xweserîtiyeke ku pergala Stalînîst lê hakime dê azadî jî nebe. Ev ne daxwaza kesên azadîxwaz e.
Ger xweserîtî bibe dê hakimiyeteke Marksîst û stalînîst bibe. Ji ber ku dixwazin vê pergalê li Tirkiyeyê belav bikin gelê me li dijî vê yekê ye.
Pergaleke ku zordestî li jinan dike dê bibe sedema bêyomî yê. Xwedê dê destûrê nede ku pergaleke wisa bi ser bikeve.
Olê wek pergaleke nebaş û tevlihev nîşan didin. Em vê lîstika şeytan xerab dikin.
Ger rûyê ronak ê Îslamê nebûya dê kom bi kom Misilman tune bikirana. Dîtina wan a hêla nûjen a olê wan ji tunekirinê dûr dixe.
Bila her mirov di her fersendê de bi hincetekê ve qala hezkirinê bike.