Mînafîq wek mîkroba cemîyetê ne. Tevî ku gelekî kêmaqil in, xwe gelekî zana dizanin.
Mirovan nizanibû ku dê decaliyetek derkeve hemû mirovan bixwe, lê belê ev bûyerên derketine nefreta decaliyetê nîşan dide.
Ew kesên nizanin bi hezkirinê ve li Kurdan binêrin di rêyek şaş de ne. Qala pereyê ceyrana wan gelekî şerm e, ew pere li wan helal be.
Kurd canê me ne, em dikarin pereyê ceyrana wan jî ava wan jî bidin. Ew kesên hezkirinê nizanin bila xwe bispêrin Xwedê.
Em ê teqez li hember wan kesên ku dibêjin bila Kurd bên tehcîrkirin pêvajoya huquqî bişopînin.
Ne normal e ku hin kes tenê bi 50 hevokan dipeyivin. Divê hiş û asoya wan fireh be.
Her quruşê bona penaberan tê xerckirin bila helal û xweş be. Comerdiya Tirkiyê bona cîhanê dibe mînak.
Xwedê bona ku em di warê wêrekî, dilovanî, û hezkirinê de pêş bikevin em têra dilê xwe serbest berdane. Ev jî bo me nîmet e.
Hezkirin ne tiştekî mirov jê têr be ye. Nîmetekî mezin e ku Xwedê axret û îman ewqas mezin afirandiye.
Quran çavkaniya hezkirinê ye.
Kalîte dergehekî mezin e ku di nav huner, hezkirin, evîn û qedirgirtinê de ye. Kesên bi xwarin û kincan ve quretiyê dikin ne kalîte ne.
Kalîte ruhekî bilind e ku bona xatirê Xwedê, mirovên xwedî wîjdan û xwedî hezkirin dide hewandin.
Li gund kalîteyeke baş heye, dema mêvan tên her derfetan dixin xizmetê, gelekî baş diezmînin. Ev exlaqekî xweş e.
Di bingeha erzanbûna mirovan de xweperestî û berjewendî hene. Mirovên kalîte qelender in.
Kesên kîndar nabin kalîte. Divê wisa torin be ku efûker be, fîdakar be, bona hezkiriyên xwe her fîdakarî bike.
Kesên xwedî ruhê hunermend in wisa ji dayîk nabin. Dema rastî xweşikîyê tên dibînin. Yên şeytanî dinêrin tim nebaşiyan dibînin.
Bona ku kalîte hebe, divê rêzgirtin hebe, divê xwehezkirin jî nebe. Divê di ruhê wan de hezkirineke mezin a Xwedê hebe.
Tişta girîng bo kalîteyê ruhekî hunermend e. Divê bawermend bibe xwedî ruhê hunermend. Ger nebe xweşikiyên bihuştê nayê femkirin.
Kalîte teşeya bihuştê ye. Pêxemberê me merivekî gelekî nûjen û kalîte bû. Sedema sereke ya nekalîtebûnê nebûna hez û tirsa Xwedê ye.
Ew kesên ku dixwazin bi her kesî re bibin dijmin, bila ji xwe têkevin şikê. Bila bêje gelo ev nebaşiya min normal e yan na.
Mûsewî jî Misilman jî zarokên Hz. Brahîm in. Divê navbeyna birayan de şer çê nebe.