Muşrîk Mehdîyetê naxwazin, Yekîtiya Îslamê naxwazin. Tevî ku ew nexwazin jî, dê Xwedê ola rasteqîn belavî cîhanê bike.
Muşrîk li hember kufrê perçiqî ne. Her gav li hember wan belengaz, bêkarekter in û ji wan ditirsin.
Ji ber gotin û vegotinên kêmaqil yên paşverûyan, li hember Îslamê hêrsek gewre pêk tê. Xebatên me vê hêrsê berheva dike.
Federasyon derîyê sîstemek wisa vedike ku yekcar pêşî li Yekîtiya Îslamê digire û ava nebe. Kesek nikare berdêla vê yekê bide.
Tim şêweyek cirnexweş nîşan didin, yek car gotina hezkirin û dilovaniyê nakin. Ji ber vê yekê, yên paşverû zirarek mezin didin Îslamê.
Xiristiyan, Ermen, Cihû xweşikîyên Tirkiyê ne. Bila perestgehên wan vekirî bin, em çinginiya zengilên dêran bibihîzin, hemû yên me ne.
Muşrîk ew kes in ku li ser navê Xwedê, pêvekan bi ola Xwedê ve dikin. Di alema Îslamê de niha gelek muşrîk hene.
Pêdaketina bi muşrîk, munafiq û ehlê kufrê de xêr e. Dixwazin ku têkoşîna zanistî demildest biqede, wê demê xêr û xêrat namîne.
Şad dibin ku Şiî, Suniyan Sunî jî Şiîyan dikujin. Ev yek zulma ku paşverûtiyê derxistiye. Di Quranê de Şiîtî-Sunîtî tune ye.
Hin kes bona berjewendiyên xwe naxwazin Mehdî derkeve, Îsa (as) were, lê belê me ev yek li gel da nasîn.
Nîşaneyên ku Pêxemberê me derbarê Mehdiyetê de gotine, yek bi yek derketine û hêj derdikevin.
Gelek kes hesûdiya rastderketina mûcîzeyên Pêxemberê me yên derbarê axîrê zeman de dikin, lê belê li hember mûcîzeyan têk çûne.
Alema Îslamê tî û birçiyê Îtîhada Îslamê ye, muhtacê pêşengekî ye, dê Xwedê wî/ê kesî/ê di nava çend salan de li mirovan nişan bide.
Divê bi îmaneke kûr, bi rasteqîniyên îmanê, bi mucîzeyên Quranê, bi hezkirinê ve nêzî tiştan bin.
Li Misrê û li gelek dewletên din, zordariyê li Misilanan dikin, rawestandina xwîna dirije, ne bi siyasetê ve, bi xurtkirina îmanê ve dibe.
Şûna ku qala hezkirinê, dostaniyê û eşqa Xwedê bikin, her gav behsa pevçûnan dikin. Her gav di nav têkçûnê de ne.
Gelekî sosret e ku alimên Îslamê, şûna ku hewl bidin fîtne bisekine, şer raweste, şêweyeka ku Misilmanan bera hev didin bikartînin.
Bila dilê Selahedîn Demîrtaş rihet be, em teqez nahêlin ku kesek fîtika xwe lê bixe. Em ê wî destê ku dirêjî wî be bi dadê bişkênin.
Selahedînê Eyûbî kesayetiyekî xwedî qîmet ê ji dîrokê ye, li Misrê bo têkoşîna dijî terorê, derxistina ji pirtûkên dibistanan ne wijdanî ye.
Lîbya, Surî, Iraq û Yemen… dema ku her deverên Alema Îslamê di nav êş û elemê de ye, xwestina rizgariya yek dewletê ne wijdanî ye.
Rihetiya Kurdan me kêfxweş dike. Heta ku nexwazin Tirkiyê perçe bikin, dikarin li Sûriyê û Iraqê her tiştî ava bikin