Piştevanê herî mezin ê Alema Îslamê Tirkiye ye. Ger Tirkiye perçe be, dê şewka hemûyan bişikê, ji ber vê, em nahêlin perçe be.
Pergala perwerdeyê û şiklê baweriyê ya Erebîstanê bi ya DAÎŞê ve pişk notanî hev in. DAÎŞ wisa ye ku dikare li Erebîstanê zû bi zû mezin be
Şêweya PKK ya herî salgir û herî xirab e. Helwesteke ku li Rojhilata Navîn her gav tê dîtin bi kar tînin. Ocalan nikare derkeve derve.
Bila berpirsyarên kuştinên li Fransayê din av sîxuriya Fransayê de bigerin. Berê çekê nazvire jinan, ev bêexlaqî û bêwijdanî ye.
Dema ku mijar ewlehiya wan be, Îran û Amerîka çawa biryardar bin, divê Tirkiye ji wisa xwedî biryar be. Divê mîna kal û bavan be.
PKK wekî her gav lîstokekî dilîze, ev çend sal in ku tê gotin dê dest ji çekan berdin. PKK dest ji çekan bernade, li bîrdoziya wê nagire.
Ew kesên wisa hêvî dikin ku Bakurê Iraqê tev li Tirkiyê bibe, din ava safdiliyeke mezin de ne, ev plana xapandina perçekirina Tirkiyê ye.
Hêza Tirkiyê ya aborî û leşkeri têra avakirina Yekîtiya Îslamî nake, yek jî federasyon were dê perçebûnê çê be.
Hin mirovên kêfperest, ji ber ku hêza wan a têkoşîna bi fikrî nemaye, federasyonê û radestbûnê qebûl dikin, gel vê qebûl nake.
Hukûmet dikare hemû mijarên xitimî di pergala parlamenteriyê de çareser bike, çi guherîn pêwîst be dikarin bikin.
Ne tiştekî ku mirov bawerke ku bêjin serokatî dibe lê federasyon çê nabe. Pergala serokatiyê di dawiyê de teqez vediguhere federasyonê.
Em dema ku Yekîtiya Îslamê ava be bextewar dibin. Ger Tirkiye perçe be Yekîtiya Îslamê çênabe, lewre serokatî federasyon ne rast e.
Dema ku yek yekî bikuje, mirov temaşe nake. Bo xelaskirina jiyanan, divê polîs li benda fermana kesî nemînin, demildest mudaxale bikin.
Dema ku jiyana mirovan dibe babet, prosedur nayên şopandin, tenê mirov guh dide denge wijdana xwe.
Divê em nebin layengirê xwedî hêzan, em bibin piştgirê rastan. Ew kesên dibin alîgirê xwedî hêzan û ji her alî ve tên kişandin, zirarek mezin didin Tirkiyê.
Kesên nezan hîç ji Bektaşîtiyê û hezkirina wê a kûr fem nakin. Bektaşîtiyê Anatolî bi hezkirinê ve hêl bi hêl honandiye.
AkPartî avahiyekî mezin e ku Tayyîp Xoce damezrandiye. Ger hin kes rabin û bêjin ez im xwedî, ev yek nabe helwesteke baş.
Hîç kêfa min ji bê wefatî û nedilsoziyê re nayê. Ew exlaqekî gelekî kirêt e ku yek rab eli ser serkeftinên yekî/ê textê xwe ava bike.
Tirkiye di mijara Musilê de dikare tenê desteka lojîstîk bide Iraqê. Divê teqez çek û desteka sîxuriyê ku bibe sedema kuştinê neyê dayîn.
Desteka sîxuriyê nabe ku tu bêjî li vir Misilman hene têkevin û bikujin, berovajî vê, divê tu bêjî li vir sîvîl hene lê nexin.
Prensîba şexsîbûna suc heye. Bi hewa bombebarankirina herêmekî kujerî ye. Zarok, jin û pîr, mirov nayê bombebarankirin.