Tişta aniha herî zêde zirarê dide Îslamê munafiqî ye. Bedîyuzeman jî dizane ku yek ji wan fitneyên herî mezin ên axîrzeman munafiqî ye.
Her kî dibe bila bibe em li dij tundî, terorê û zordestiyê ne. Em her gav layengirê têkoşîna bi zanîn û îrfanê ne.
Em gorî baweriya xwe dizanin ku nêromêtî tiştekî gelekî kirêt û pîs e. Em vê baweriya xwe vedibêjin.
Divê bawermend li hember lîstikên şeytan bi awayekî xurt destekê bidin hev, divê hev biparêzin û li hev mezintiyê (welîtiyê) bikin.
Taybetiya bawermendan a mezintiyê divê tenê di mijara îmanê de tecelî bike. Divê şêwaza ku weswese dide an jî tiştên neyînî çê dike neyê bikaranîn.
Qala mijarên îmanî, peyv û nivîsa bawerîyê bereketê tîne. Qisedana mijarên îmanî ku dilê mirovan rihet bike gelekî girîng e.
Heta ku minafiq dijî Misilmanan planên nepenî nekin rihet nabin. Dema planan dikin jiyana wan watedar dibe. Hişê wan tim li ser kufrê ye.
Hemû temenê minafiqan di nav pîsîyê de derbas dibe. Jiyanek durust û misilmanî li wan giran tê. Loma têkiliya xwe û kufrê qet nabire.
Minafiq gorî xwe misilmanan hêjar dibînin. Wisa bawer dikin ku, Misilman na, dê kufur bi ser bikeve, lewre bi Misilmanan bawer nakin.
Minafiqî mîna mîkroba jana zirav e. Ger bi antîbîyotîka xurt ve neyê desteserkirin, dê nexweşî li hemû laş belav be.
Tirkiye yekem hêvîya alema Îslamê ye, Dixwazin ku Tirkiyê perçe bikin û vê hêvîyê bişkênin, dixwazin em jî kerr bin, teqez nabe.
Di Îslama ortodoks de hişmendiya radestbûna kesên nikarî têk biherî heye. Xwe jê digirin û radest dibin, wisa radestî Darwînîzmê jî bûbûn.
Ger alema Îslamê bixwaze dikare bibe yek û hezkirinê derxe pêş û dikare li hember Darwînîzmê têbikoşe, lê belê di sêrî de têkçûnê qebûl dikin.
Mehdîyet bi xîret û xebatan ve na, bi niqutandina Xwedê ya dilê mirovan ve geş dibe û pêş dikeve.
Di Îslama kevneşop de ger yek fikrekî rave bike û ji hêla çend kesan were pejirandin, ev raman şaş be jî êdî dibe tişteki jêveneger.
Di Îslama kevneşop de, piranî radestbûn heye, xwe davêjin nav jiyana rojane, di gelek qadan de têkçûnê di sêrî de qebûl dikin.
Di nav hişmendiya Îslama kevneşop de têgihiştineke bêkêr, paşverû û bitinaz heye, henekên wan bêkalîte û nebaş in. Belengaziya wan li her derê ye.
Hejmara kesên xwediyê Îslama kevneşop gelek in lê belê wêrekiya wan tune ye. Di nav refên çepgiran de hejmar kêm be jî dilêrî girîng e.
Pergala kevneşop xwediyê mekanîzmayek tevlîhev e, ne pêkan e ku mirov jê bifilite an jî berovajî bipeyive, demildest aforoz dikin.
Di pergala kevneşop de li hember hev ger dem nedilovan in, bi he re li kesên ketî dixin, çavnebar in û naxwazin yek û din hêzdar be.
Pergala kevneşop her tim layengirê kesên xurt e û her gav tirsonek digere. Li hember kufrê gelekî lawaz e, her dem di bin bandora tiştên kufrê de dimîne.