Tişta bo terorê bê kirin perwer de ye. Bila demildest dersa hişmendîya netewî bê dayîn û di TRTê de bingeha felsefî ya terorê bê vegotin.
Tişta ku herî zêde decalîyet jê depelikîne zanist e. Di têkoşîna zanistî de biryardarî gelekî girîng e.
Amerîkaya kûr xeynî şer ti şêweyê nizane. Tevî êşên li Vîyetnam, Efxanîstan û Iraqê kişandin, dev ji vê yekê bernadin.
Bi hezaran sal rabûrdûya hişmendîya dewleta kûr heye. Di qesra Firawn de jî hebû, di heyama Hz. Îbrahîm de jî hebû.
Ocalan teqez piştgiriya berdana çekan nake. Ya ku wê hêzê dide Ocalan çeka PKKê ye, teqez naxwaze wê hêzê winda bike.
Ger wisa nîşan bidin ku leşker û polîs bi PKKê nikarin dê gelê me rabe xîretê. Bila gel mejbûrê vê yekê nekin. Em axê nadin komek PKKyî.
Ew kesên partîzanê PKKê ne û tevlî sûcan nebûne bila bên bibin mêvanê me, em bipeyvin.
Ger Barzanî li Bakurê Iraqê dewletê avake em ê şanaz bin. Em ê pev re govend bigrin, nimêj bikin bextewar bijîn. Em zulma stalînîst nalên.
Ya ku vegeriya salên 90î PKK ye. PKK dixwaze wek salên 90î be, hewl dide ku pêşîya gelê me bigire.
Her çi be çi nebe, em naxwazin li ser sînorê welatê me dewletek komunîst stalînîst ava be û em destûrê jî nadin.
Em teqez naxwazin ku ti mijarek bi xwînê were çareserkirin. Lê ger nefsî mudafa be xwe parastin heq e.
Ew kesên ne li benda Mehdî ne û naxwazin gelekî teral û tevizî ne. Kesên dixwazin û li benda Mehdî ne bi dil û can xîret dikin niha.
Em bi #Barzanî bawer in lê belê teqez bi #PKK bawer nakin.
Xwerexnekirin û ji xelkê jî rexnexwezî tiştekî gelekî girîng e. Divê hemû Misilman wilo bikin.
Divê em him xwe rexne bikin him bihêlin em bên rexnekirin, û ji rexnegiran jî bisûdin.
Ew kesê ku nahêle bê rexnekirin tim kêm û neserketî ye, nazane hez bike, dibe mirovek dînik.
Hezkirina ajalan gelekî girîng e, divê bona parastin û hewandina ajalan wezareteke cuda bê avakirin.
Hebûna ajalan nîmetê Xwedê mezin e, gelek mirov hay ji vê nîmetê tune ye.
Li cîhanê têkoşîna nehezkirin û neparkirinê heye, şûna axavtinê dixwazin bi tundîyê hin mijaran çareser bikin.
Divê hemû cîhan bê cem hev û nehêle xwîn birije. Divê xebatên wek "Em xwînê naxwazin, tundî û hişkîyê naxwazin" bên kirin.
Ger mirov xwe rexne neke û rexneyên kesan jî qebûl neke dibe mirovekî/a nexweş, bêkalîte û pêş nakeve.