Tişta herî seza bo xwezaya mirov hezkirin e. Xwedê di Quranê de nîşan daye ku bi hezkirinê çareserî dibe. Bi çek û xwînê ve nabe.
Bombekirin şêweyeke nebaş e. Ev yek ji xwe re kirine xûy. Nabe ku mirov zarokan, jinan bêsûc û bêguneh bi komî qir bike.
Hemanbûna nîşaneyan ne îspata Mehdiyetê ye. Kengî ku Yekîtiya Îslamê ava be, bi Îsa re nimêj bike û bibe pêşengê Misilmanan, em ê femkin.
Cerdewan şêr in. Divê dewleta me hemû cerdewanan bi awayekî baş biparêze, her derfetî bide wan.
Cerdewanên me bo Xwedê, bo welêt, bo dewletê şehîd dibin. Ger piştî wê malbatên wan, an jî kesên xazî mexdûr bimînin şerma mezin e.
Heta ku Mehdî derkeve, dê teror, xwînrijandin û tundî bidome. Dê her roj bûyerên ji roja pêş ecêbtir biqewimin.
Ger gulespartina serê mirovekî ne teror be, ka çi ye teror? Şêweyên nejidil gelê me bêhedar dike.
Xwedê destûrê nade ti neheqiyê. Ger neheqiyek hebe, dê teqez derkeve hole, Xwedê teqez bixêr dawî dike.
Kevirkirina xaniyên malbatên terorîstan çiqas şerm û nebaş e. hedefgirtina dê û bavên wan ên kal û pîr bêwijdaniyek mezin e.
Dewleta kûr a cîhanê, ne Kurdan hez dike ne jî Ereban. Ew di wê fikrê de ku divê herêm bi gelek caran ava be û hilweşe.
Birayên me yên Kurd kesên ewledar in. Lê belê ti têkiliya PKKya komunîst, bêxwedê û bêkitêb bi ewlehdaiyê re tune ye.
PKK aniha bûye bela serê Pêşmergeyan jî. Dê Xwedê wan jî di demek nêz de ji vê belayê rizgar bike.
Bila Pêşmerge û PKKê tevlihev nekin. PKK avabûneke kirêt e. Pêşmerge birayên me oldar in ku piraniya wan Nexşîbendî ne.
Elewî hezkirê Xwedê ne. Hz. Elî gelekî hez dikin. Elewî xwedî kesayeta mezin in. Nakevin nav dafikan.
Ne aboriya gelekî, rûmet û xeysiyeta wî girîng e. Dema ku mijar were ser welêt, mirov can û male xwe bo rizayê Xwedî fîda dike.
Dozgerê me Mehmet Selim Kiraz di nav mercên dijwar de jîyîbû û kesekî qedirbilind bû. Xwedê meqamê herî baş da wî.
Decaliyetek heye ku zanistê bikar tîne û Xwedê înkar dike. Şûna ku bersivê bidin vê decaliyetê, li dibistanan pergala înkarê tê hînkirin.
Li Rojhilata Navîn Misilman bûn şahidê gelek destdirêjîyan ku li jinên wan hatin kirin. Di binê rewşa niha de ev zordarî heye.
Dewleta me zirar neda ti goristanan û dê nede jî. Baregehên çekî tên tunekirin. Bila dev ji propagandaya derew berdin.
Dewleta kûr a berê li Rojhilatê Başûr li hember ala Tirkan, sirûda netewî hêrseke mezin çêkir. Gelek zordarî li Kurdan hate kirin.
Kurd mirovên torin, dilovan û xwedî wefa ne. Dewleta kûr a berê gelekî zordarî li wan mirovên ronak kir. Hêrseke bêhûde derket holê.