Xwedê bi hikmetî Mehdî ji gel vedişêre. Di hedîsan de tê gotin ku dê Mehdî li pêş çavên mirovan be lê belê neyê naskirin.
Propagandaya Darwînîzmê ku di TRT û Perwerdeya Netewî de tê kirin bona Tirkiyê bêyomî ye. Divê ev propagandaya yekalî bisekine.
Yên xwedênezan mirovên gelekî rastgo ne, dibêje ez bawer nakim û lêkolînê dike. Lê belê ew ên munafiq durû û sextekar in.
Dema behsa munafiqan dibe, divê di vê sedsalê de çawa tên dîtin jî were şîrovekirin. Divê taktîk û lîstikên wan vî zemanî jî baş werin zanîn.
Jin dikare kincên sîngvekirî li xwe bike, û her kes jî divê rêz bigire. Ev tiştekî têkilî hişmendiyê ye. Li hember jinê hişmendiyek xirab heye.
Rêz li jinan tê girtin, rêz li xweşikiya jinan tê girtin. Ewqas hov in ku, dibêjin ger jin xweşik be dikarî dest dirêjiyê bikî.
Ji ber hişmendiya paşverû, li gelek cîhên alema Îslamê dinyanedîtî û bêkalîtebûn belav bûye. Îslam şaristanî ye.
Divê teşeya cil û bergên wan ji jinan re were hîştin. Cil û berg gorî çand û mercan diguhere. Ya girîng ew e ku zordestî nebe.
Di dîrokê de gelek pêxember bi dînbûnê ve hatine sûcdarkirin. Ger ji bawermendan re wisa bêjin, serbilindî ye.
Mehdiyet teraliyê nayîne, berovajî wê, xîret û şewkê pêk tîne. Ew kesên li benda Mehdî ne, gelekî jîr û xîretkar in.
Qedirê jinan girtina Elewiyan şêwazeke gelekî baş e. Elewîtiyê deriyê paşverûtiyê girtiye, Xwedê jî ew serkevtî kirine.
Munafiq hîç naxwaze Xwedê bi bîr bixe. Ev yek kafiran zêdetir dike kafir, munafiqan zêdetir dike munafiq.
Dema ku munafiq wexta xwe dide Xwedê, Quranê, Îslamê gelekî canê wî/wê diêşe. Tim dixwaze ku bi karên bêhûde re eleqedar be.
Kurd wekî ku gemarê aciz in ji PKKê aciz in. Ne guncav e ku birayên me Kurd û PKK lihev bikin. Yek xwedî îman û wîjdan yek jî bêxwedê.
Di alema Îslamê de bobeletek mezin heye, înşAllah dê bibe sedema hişyarbûna Misilmanan, înşaAllah bibe sedema derketina Mehdî.
Misilman bê mehrîbanî hev dikujin û her yek jî dibêje ez xizmeta Îslamê dikim. Wekî ku ketine pêşbirka tundîyê.
Şiî Sunîyan, Sunî jî Şiîyan şehîd dikin, û wekî xizmeta Îslamê jî şad dibin. Her du alî jî wek nûrê Misilman in, ev zulum e.
Cîhê ku divê gelek nivîskar bi biryar bisekinin û li hember perçebûnê bin, şêweyê teslîmbûnê digirin. Ew şêweya belengaz gelekî kirêt e.
Cîhê ku hezkirin jê tê pûr û pak dibe. Ronahî,hişmendî û xweşikî tê cîhê ku hezkirin heye. Avabûna hemû kaînatê li ser hezkirinê ye.
Rexnekirina polîtîkayên hukûmetê baş e, lê belê bejin ku bila hukûmet her gotina min bike ji gotina min dernekeve ne rast e.
Ti feydeya pergala serokatiyê bo pêşketina Tirkiyê tune ye, Lê belê dibe ku Tirkiyê têxe nav gengeşiyek mezin. Divê teqez nekevin nav vê rîskê.