Bawermen tim bi çavê baş bawermendan dinêre. Ger misilman bi çavê reş birayê xwe binêre, Xwedê neke, mirovan nêzî dojehê dike.
Ji hev hezkirin û biratiya bawermendan gelekî munafiqan aciz dike. Ji ber ku munafiq xwe mezin û bilind dibîne, tim dixwaze tenê bimîne.
Di nêrîna bawermendan de nûr, xweşikî û hezkirin heye. Lê di çavên munafiqan de nefret û mirin heye.
Hebûna wan kesên bawer nakin bona zanîna qedrê bawermendan pêwîst e. Bawermend nola almastên di nav keştekên camê ne.
Dijberiya li hember bawermendan bona wan rehmet e, çimkî ev dibe sedema zêdebûna xêra wan.
Divê teqez bawermend jibîr meke ku Xwedê her tişt afirandiye û bi tenê kiriye. Dê her kes tena serê xwe were pirskirin.