Di Îslama Quranê de hezkirin, aştî, hüner û xweşikî heye. Jin û zarok azad û serbixwe ne. Di Îslama Ortodoksê de jî her dema jiyanê tije êşkêşî e.
Dema ku li pey Quranê neçin hişmendiya DAÎŞê pêş dikeve. Bingeha tundiyê xurafe ne. Çareserî berdana xurafeyan peyçûna Quranê ye.
Dema şehîd dikeve, dibêjin agir kete ocaxê. Ev gotinek şaş e. Agir na, nûr dikeve cîhê şehîd lê be.
Di daxuyanîyên dema ku şehîd tên de divê peyvên xembûn û êşê neyên bikaranîn. Bila bêjin; “Gihîşt şerefa şehîdbûnê em şad bûn”.
Ji ber ku di destê PKKê de çek heye, gelek kes rêz digirin. Dema ku dest jî çekan berdan kesek guh nade wan. Lewre çekan bernadin.
Dema ku yek yekî bikuje, mirov temaşe nake. Bo xelaskirina jiyanan, divê polîs li benda fermana kesî nemînin, demildest mudaxale bikin.