Divê her kes bêje ew ên kesên ku gelê me kuştin bêşeref in. Tenê bi şermezarkirina derbeyê ve nabe.
Gîhandina wê nifşa ku bi temamî wek hev in, tiştên nû nizanin û tenê bi çend peyvan diaxivin bona me gelekî xeternak e.
Tê gotin ku 28ê Sibatê xelas bûye, ew dozên li beyanên bi zordarî hatine îmzekirin hêj dewam dikin, maxdûr hêj maxdûr in.
Mirov jî wek maşînan in, gava ku hiş û raman bifesihe, hemû laş xerab dibe. Meriv bi îmanê û hezkirinê xweşik dibe.
Kurd xwedî rûmet in. Bêexlaqî ye ku mirov çekê bikute serê wan û bi darê zorê reyên wan bistîne, bi zorê pere berhev bike.
Kurd, pîroz in, qedirbilind in, oldar in, kubar in. Kesên paqij in. Dema ku dibêjin Kurd, ez dizanim ku ez ê bi kesekî/a kubar re rûbirû bim.