Kesê ku dilê wî/wê bi Xwedê re be, bi kovanan re kovan nabe, hişmendî nêzîk dibe, kesê nexweş aş dike û xelas dike.
Kesên bawermend naxwazin Xwedê bixeyîdîne, hezkirina Wî wenda bike.
Jixwe mirov awayekî xwezayî ji Xwedê ditirse, ne lazim e ku hewleke din were dayîn.
Tirsa Xwedê tenê bona windakirina heza Xwedê ye. Bihuşt jî nîmetekî Xwedê ye ku heza wî nîşan dide.
Tirsa ji Xwedê serê hîkmet û aqilê ye. Ango heke tirsa ji Xwedê tune be dê eqlê mirov biçe û winda be. Ji ber vê yekê tirsa ji Xwedê nîmeteke mezin e
Dema ku xofa Xwedê tune be wefa jî nabe, wefa tune be hezkirin jî nabe. Yek ji giliyên mirovan bêwefatî ye.