Alema Îslamê tî û birçiyê Îtîhada Îslamê ye, muhtacê pêşengekî ye, dê Xwedê wî/ê kesî/ê di nava çend salan de li mirovan nişan bide.
Ermenbûn teqez ne tiştekî mirov pê biçûk be ye. Rûmetî ye. Ermen ewladên pak û paqij ên vî welatî ne.
Di nava ramana PKKê de dilpakî, dilovanî, hezkirin tune ye, xofa Xwedê, hezkirina Xwedê tune ye, zanistî û huner tune ye. Tenê tundî û tirs heye.
Bêhna mirinê ji pergala paşverûyan tê. Muzîk, huner, xweşikî, hezkirin û şadî tune ye. Qedirgirtina jinan tune ye. Cîhan mîna dojehê dibe.
Dibêjin “Îngilîstanê sînor xêz kirine” û ber çavên xwe mezin dikin.Sînorçêker Xwedê ye. Yê cîhanê rêve dibe Xwedê ye. Xwedanê hêzê Xwedê ye.
Zanist rêya femkirina hunera Xwedê ye.