Bila hemû cîhan dev ji bêrehmiya li hember penaberan berde. Cîhan erdekî mezin î fireh e, dikarin wan li cîhekî ewle niştecîh bikin.
Hêza ku dikare li dijî DAÎŞê bisekine Mehdîyet e. Ew bi xwe jî dibêjin heya ku Mehdî derkeve dê di vê rêyê de dewam bikin.
Piştî her şeva reş û tarî berbangek heye. Ew berbang dê bibe berbanga Misilamanan, dê bibe berbanga Îtîhadê Îslamê.
Ger li cîhanê dijwarî û tengasî nebin, îmtîhan nebe hîç wateya lêmayîna cîhanê namîne.
Yê ku xweşikiyê çê dike û derdixe holê jî Xwedê ye. Heta ku Xwedê need hezkirin, ti kes nikare hez bike.
Divê Xwedê bi awayekî coş, jidil û biryardar bê zikirkirin. Xwedê zikirê wiha ji me dixwaze. Di bîranîna Xwedê de tengsistî nabe.
Ew eziyeta ku PKK li gelê herêmê dike, manen hemû miletê me rûreş dike. Paşguhkirina vê ne rast e. Divê hemû tevdîrên dadî hildin.
Şûna ku ewqas pere bêhûde tê xerckirin, bila bînin deynê gelê rojhilatê, deynê kesên destteng bidinû alîkarê wan bin.
Ger li rojhilatê mirov nikaribin deynê xwe cêranê bidin, ew kesên ku wan kirine wî halî berpirsyar in.
Ti kes nikare li cîhê ku gel tê tirsandin û tê çewisandin, qala hilbijartinek dadmend û dirust bike.
Heyna ku li herêmê desthilatiya PKKê heye, hilbijartin kirin tê wê wateyê ku dibêjin ha herêm ji we re.
Malbata Barzanî bi eslê xwe seyîd in, ew bi xwe jî kesekî oldar e. Ger di tora wî de Cihûtî hebe jî ev yek ne tiştekî şermê ye.
Rexneyên dostan nîmet e. Noş e. Bihecîhek desthilatdaran a bîrdozî heye, ev yek bi saya xebatên me yên zanistî ava bû.
Helbet nabe ku berê xwe bidin kujeran û biaxivin. Lê belê dikarin rêyek maqûl û rasterast bibînin û têkiliyên me û Misirê baş bikin.
Ne dirust e ku têkiliya me û Misirê bi temamî qut be. Divê teqez rêyek were dîtin ku biratiya me û Misirê qewîtir be.
Misir, Lîbya, Sûrî, Iraq her dever tarûbar kirin. Tenê nekarîn Tirkiyê hilweşînin. Û em teqez nahêlin ku vê yekê pêk bînin.
Di bihuştê de gerîn, jiyana civakî, cîhên şahiyan û vexwedî hene. Di vegotina hedîsan de ev yek bi aşkere tê dîtin.
Xwedê cîhanê ji bo ku mirov hezkirina jidil bibîne û bona mirov bi xwe bibîne afirandiye. Ya ku bihuştê xweş dike jî hezkirin e.
Dewletek bi rê û piran ve aram nabe. Kalîte, huner, kubarî û qedirgirtina jinan dewletekî xweşik dike.
Taybetiya jinên li bihuştê, hebûna wan a hezkirinê ye. Dema ku hezkirin û bengî tune be, ti wateya xweşikiyan namîne.
Di Quranê de, di bihuştê de bi awayekî nûwaze hezkirina jinê tê vegotin. Paşverûbûn jî li ser heznekirina jinan ava dibe.