Ne normal e ku hin kes tenê bi 50 hevokan dipeyivin. Divê hiş û asoya wan fireh be.
Her quruşê bona penaberan tê xerckirin bila helal û xweş be. Comerdiya Tirkiyê bona cîhanê dibe mînak.
Xwedê bona ku em di warê wêrekî, dilovanî, û hezkirinê de pêş bikevin em têra dilê xwe serbest berdane. Ev jî bo me nîmet e.
Hezkirin ne tiştekî mirov jê têr be ye. Nîmetekî mezin e ku Xwedê axret û îman ewqas mezin afirandiye.
Quran çavkaniya hezkirinê ye.
Kalîte dergehekî mezin e ku di nav huner, hezkirin, evîn û qedirgirtinê de ye. Kesên bi xwarin û kincan ve quretiyê dikin ne kalîte ne.
Kalîte ruhekî bilind e ku bona xatirê Xwedê, mirovên xwedî wîjdan û xwedî hezkirin dide hewandin.
Li gund kalîteyeke baş heye, dema mêvan tên her derfetan dixin xizmetê, gelekî baş diezmînin. Ev exlaqekî xweş e.
Di bingeha erzanbûna mirovan de xweperestî û berjewendî hene. Mirovên kalîte qelender in.
Kesên kîndar nabin kalîte. Divê wisa torin be ku efûker be, fîdakar be, bona hezkiriyên xwe her fîdakarî bike.
Kesên xwedî ruhê hunermend in wisa ji dayîk nabin. Dema rastî xweşikîyê tên dibînin. Yên şeytanî dinêrin tim nebaşiyan dibînin.
Bona ku kalîte hebe, divê rêzgirtin hebe, divê xwehezkirin jî nebe. Divê di ruhê wan de hezkirineke mezin a Xwedê hebe.
Tişta girîng bo kalîteyê ruhekî hunermend e. Divê bawermend bibe xwedî ruhê hunermend. Ger nebe xweşikiyên bihuştê nayê femkirin.
Kalîte teşeya bihuştê ye. Pêxemberê me merivekî gelekî nûjen û kalîte bû. Sedema sereke ya nekalîtebûnê nebûna hez û tirsa Xwedê ye.
Ew kesên ku dixwazin bi her kesî re bibin dijmin, bila ji xwe têkevin şikê. Bila bêje gelo ev nebaşiya min normal e yan na.
Mûsewî jî Misilman jî zarokên Hz. Brahîm in. Divê navbeyna birayan de şer çê nebe.
Ew kesên ku dibêjin bi Îsraîl û Rusyayê ve nebin dost dixwazin bi her kesî re dijminiyê bikin. Dijminî kêrî ti kesî nayê.
Hebûna Tirkiyê ya li Xezeyê xweşikî ye. Îsraîl jî Felestîn jî zarokên me ne, birayên me ne. Heyama Osmaniyan jî wiha bû.
Siyaseta ku Tirkiyê tenê dihêle ne baş e, Ew sîyaseta ku vê tenêtiyê ji holê radike, dostanîyê pêk tîne hişmend û rast e.
Ferîşte ji kesên kovan, dexes an jî hêrs tesîr nagirin. Bawermend bi kesên kovan ve kovan nabe û wan aş dike xelas dike.
Kesê ku dilê wî/wê bi Xwedê re be, bi kovanan re kovan nabe, hişmendî nêzîk dibe, kesê nexweş aş dike û xelas dike.