Em di heyamên dijwar ên dawîn de derbas dibin. Berve 2021’an dê ev tiştên zor dê tevlî dîrokê bibin û dê wek bîranînekê di hişê me de bimîne.
Xwedê bi taybetî ezmûneke zor dide ber me. Li başûrê rojhilatê birayên me di nav ezmûneke dijwar de ne. Ji bo vê exleqa wan baş e.
Baxnazî wek mirinê ye. Di taesûbiyê de ola Îslama ya ku hezkirina bihuştê ye nayê jiyin, dê oleke din bê jiyin.
Misilman tu carî fam nakin ku ka çavkaniya belayê çi ye. Di çavkaniya belayê de nehezkirina Xwedê, şîrk û ji Qura’ana pîroz bi dûr ketin heye.
Xwedê tiştê herî baş dixwaze. Dibêje bi eşq ji min hez bikin. Piraniya mirovan li dijî vê berxwe didin. Dinya ji ber vê yekê wek dojehê ye.
Xwedê bizane nayê hezkirin dê çima nîmetê bide? Ger ji Xwedê pir hez bikin dê dewlemendî, başî û kêfxweşî hebe. Nîmetên Xwedê zêde ne.
Ji Xwedê em yekîtiya îslamê dixwazin. Xwedê vê yekîtiyê salix daye, înşellah em ê bibînin.
Yek ji taybetmendiya herî diyar a kesên baxnaz ew e ku serê Misilmanan dixin belayê û paşê jî direvin. Ew pirr tirsonek in.
PKK dixwaze bi gotina xweserîtiyî birayên me yên Kurd ên Misilman bike nav pergala zordest a Stalînîst. Em jî dê destûrê nedin vê.
PKK dixwaze îdeolojiya xwe bi çek û sîlehan bike hakimê herêmê û cihanê. PKK bi gotinê dev ji çekan bernade.
Ger li dijî PKKê bi paş ve gav bê avêtin û bê tirsîn dê PKK bêtir hov bibe. Ji ber vê yekê divê biryardarî hebe.
Ger Barzanî li Iraqê dewletekê avake em ê kêfxweş bin. Em ê govendê bigrin û sifre daynin. Lê destûrê nadin dewleteke Stalînîst ava be.
Ger Kurdên oldar û baş li Iraq û Sûriyeyê dewletekê ava bikin dê em jî piştgiriyê bidin wan. Em nahêlin li wir Koreya Bakur bê avakirin.
Heke li herêmê dewleteke Stalînîst bê avakirin dê ev rê li ber Îslam û misilmanan bigire. Em li hemberî vê yekê bêdeng namînin.
Em dixwazin Kurd li Stenbolê, Îzmîrê li her derê li gor dilê xwe bijîn. PKK jî dixwaze wan bixe nav zilma komunîzmê û erdnîgariyeke asê.
Emê ji canê xwe bihurin jî dîsa destûrê nadin rejîmeke Stalînîst a zordar rê li ber yekîtiya Îslamê bigre, li herêmê ava bibe.
Em dixwazin Kurd li ser erdnîgariyeke fireh di nav azadiyê de bijîn. Bi tilîl û govendan kêfxweş bin. Em li hemberî zilma komunîzmê bêdeng namînin.
PKK dê nirxên pîroz ên Kurdan tune bike û zilmê li Kurdan bike. Lê em destûrê nadin îdeolojiya wê ya komunîst.
Em destûrê nadin ku PKKyê komunîst, rûmeta Kurdan bin pê bike. Em Kurdan nadin destên psîkopatên Stalînîst.
Xort û keçên ciwan di destê PKKê de êsîr in. divê van ciwanan wek PKKê neyên dîtin û dive ji destê PKKê werin xilaskirin.
Heke pergaleke ne li dijî ol be, li gor çanda Kurdan be û li Iraq û Sûriyeyê dewleta Kurdan bê avakirin emê kêfxweş bin.