Yek ji taybetmendiya herî diyar a kesên baxnaz ew e ku serê Misilmanan dixin belayê û paşê jî direvin. Ew pirr tirsonek in.
PKK dixwaze bi gotina xweserîtiyî birayên me yên Kurd ên Misilman bike nav pergala zordest a Stalînîst. Em jî dê destûrê nedin vê.
PKK dixwaze îdeolojiya xwe bi çek û sîlehan bike hakimê herêmê û cihanê. PKK bi gotinê dev ji çekan bernade.
Ger li dijî PKKê bi paş ve gav bê avêtin û bê tirsîn dê PKK bêtir hov bibe. Ji ber vê yekê divê biryardarî hebe.
Ger Barzanî li Iraqê dewletekê avake em ê kêfxweş bin. Em ê govendê bigrin û sifre daynin. Lê destûrê nadin dewleteke Stalînîst ava be.
Ger Kurdên oldar û baş li Iraq û Sûriyeyê dewletekê ava bikin dê em jî piştgiriyê bidin wan. Em nahêlin li wir Koreya Bakur bê avakirin.
Heke li herêmê dewleteke Stalînîst bê avakirin dê ev rê li ber Îslam û misilmanan bigire. Em li hemberî vê yekê bêdeng namînin.
Em dixwazin Kurd li Stenbolê, Îzmîrê li her derê li gor dilê xwe bijîn. PKK jî dixwaze wan bixe nav zilma komunîzmê û erdnîgariyeke asê.
Emê ji canê xwe bihurin jî dîsa destûrê nadin rejîmeke Stalînîst a zordar rê li ber yekîtiya Îslamê bigre, li herêmê ava bibe.
Em dixwazin Kurd li ser erdnîgariyeke fireh di nav azadiyê de bijîn. Bi tilîl û govendan kêfxweş bin. Em li hemberî zilma komunîzmê bêdeng namînin.
PKK dê nirxên pîroz ên Kurdan tune bike û zilmê li Kurdan bike. Lê em destûrê nadin îdeolojiya wê ya komunîst.
Em destûrê nadin ku PKKyê komunîst, rûmeta Kurdan bin pê bike. Em Kurdan nadin destên psîkopatên Stalînîst.
Xort û keçên ciwan di destê PKKê de êsîr in. divê van ciwanan wek PKKê neyên dîtin û dive ji destê PKKê werin xilaskirin.
Heke pergaleke ne li dijî ol be, li gor çanda Kurdan be û li Iraq û Sûriyeyê dewleta Kurdan bê avakirin emê kêfxweş bin.
Kurd ger li dû rêberekî oldar wek Barzanî biçin û li Iraq û Sûriyeyê dewletekê ava bikin dê tu kes ji vê rewşê aciz nebe. Tirkiye dabeş nabe
Em baş zanin ku li Tirkiyeyê berê çawa zilm li Kurdan hat kirin. Kurd şerm dikirin ku kurdbûna xwe bînin ziman. Ev zilm e.
Kurdbûn û Elewîbûn rûmet e. bi salan e bi awayekî bêexlaqî zordarî û zilm li Kurd û Elewiyan kirin.
Li herêmê teblîxkirina ol bi teasûbê nabe. Teasûb dê bibe sedema tevlîbûna ciwanan bo PKKê.
Komunîzm pergaleke hov a wisa ye ku wek makîne û heywan li mirovan dinêre, manewiyeta însên tune dike û jiyana mirov serobin dike.
Bo îmanê bawerdikin ku neyê xwendin û neyê lêkolînkirin. Dive bê xwendin û lêkolînkirin lê bersiv bê dayîn. Dê îmana tahkîkî bibe.
Hezkirin nîmeteke nûwaze ye. Mirov hemû jiyan û ciwaniya xwe ji bo hezkirinê dide. Hesteke pir xweş û xurt e.