Ger alema Îslamê bixwaze dikare bibe yek û hezkirinê derxe pêş û dikare li hember Darwînîzmê têbikoşe, lê belê di sêrî de têkçûnê qebûl dikin.
Mehdîyet bi xîret û xebatan ve na, bi niqutandina Xwedê ya dilê mirovan ve geş dibe û pêş dikeve.
Di Îslama kevneşop de ger yek fikrekî rave bike û ji hêla çend kesan were pejirandin, ev raman şaş be jî êdî dibe tişteki jêveneger.
Di Îslama kevneşop de, piranî radestbûn heye, xwe davêjin nav jiyana rojane, di gelek qadan de têkçûnê di sêrî de qebûl dikin.
Di nav hişmendiya Îslama kevneşop de têgihiştineke bêkêr, paşverû û bitinaz heye, henekên wan bêkalîte û nebaş in. Belengaziya wan li her derê ye.
Hejmara kesên xwediyê Îslama kevneşop gelek in lê belê wêrekiya wan tune ye. Di nav refên çepgiran de hejmar kêm be jî dilêrî girîng e.
Pergala kevneşop xwediyê mekanîzmayek tevlîhev e, ne pêkan e ku mirov jê bifilite an jî berovajî bipeyive, demildest aforoz dikin.
Di pergala kevneşop de li hember hev ger dem nedilovan in, bi he re li kesên ketî dixin, çavnebar in û naxwazin yek û din hêzdar be.
Pergala kevneşop her tim layengirê kesên xurt e û her gav tirsonek digere. Li hember kufrê gelekî lawaz e, her dem di bin bandora tiştên kufrê de dimîne.
Minafiqê yekem şeytan e. Rihekî nexweş, pozbilindî û quretî di şêwaza şeytan de tim heye.
Jidilbûn kêfdar e. Bona laş jî noş e. Jidilbûn mirovan rihet dike. Dema ku jidil nebe, hişê mirov diqerime.
Em aramiyê di baweriya Xwedê de dibînin ne di madiyatê de. Mal û milk bona xizmeta Îslamê hene. Pere na, îman aramiyê tîne.
Minafiq hezkirinê nizane. Bona acizkirina Misilmanan hezkirinê derdixe pêş. Birayên Ûsiv jî digotin em jê hez dikin.
Tişta ku minafiq herî zêde hêrîş dike, Pêxember û îmamê wê demê ye. Tim û tim li cem dima û tengasî derdixist.
Di heyama Pêxemberê me de minafiqek wek nûserê wî wahiyan hebû, tim li cem disekinî, ne bona hezkirinê bona ezîyetê dima.
Dema Pêxemberê me bona têkoşînê bang li bawermendan dikir, minafiqan digot ber germê meçin têkoşînê, xwe wek dilovan nîşan didan.
Minafiq wisa hizir dike ku ger ji Misilmanan dûr bisekine dê ji belayan dûr bimîne. Lê belê wisa dojeha xwe amade dike.
Ya rast minafiq mîna maşîneyekê ye. Şeytan ji wan re çi bifermîne, gorî wê tev digere. Bi fermana şeytan dimeşe.
Munafiq xwe wek herî bilind û jîr dibîne û heşa radibe Xwedê sererast bike, Qaşogiravî dersa merhemetê dide Xwedê.
Dê di rojên pêş me de bûyerên gelekî mezin biqewimin. Ew kesên niha di xewa manewî de ne, dê wê hingê ji ber şîdeta bûyeran hişyar bin.
Bedîuzeman dibêje li her sedsalê mehdî tê hêvîkirin, bi aşkere dibêje Seltanata Navendî li ku be dê ji wir ango ji Stenbolê derkeve.