Heya ku li dibistanan perwerdeya ku dibêje Xwedê tune ye bê dayîn dê dawî li tûndî û terorê neyê.
Eger tu Darwînîzmê wek zanist nîşandî û dû re jî qala dîn bikî dê bandora wê olê nebe. Divê zanist bi awayekî rast bê vegotin.
Çekên ku Rojava dan YPGê li dijî Tirkiyeyê tên bikaranîn. Divê Tirkiye li dijî vê yekê bêdeng û wek temaşevan nesekine.
Dibêjin ku aştî hatiye Rojhilatê Başûr, ti kes nikare biçe Rojhilatê Başûr xebatên çandî bike. Herêm ji dest çûye, hêj qala xweşikiyê dikin.
Divê li hember PKKê rasteqîn û hişmend tev bigerin. Bi nedîtina rastiyê ve û bi paşguhkirinê ve siyaset bi pêş ve naçe.
PKK sîh sal e di nav şert û mercên çetin de li çiya ye, ne ji bo aştiyê ye ku hin kes wisa bilêv dikin, ji bo preçekirina Tirkiyê ye, dev ji vê yekê bernade.
Em ji bo oldariyê tî û birçî ne. Ol tê wateya xweşikiyê. Em bo dostanî, biratî, qencî û hezkirinê dijîn.
Giyanê mirovan bo hêrsê jî bo hezkirinê jî guncav e. Bo girînê jî bo kenê jî guncav e. Divê şûna hefretê hezkirin were bijartin.
Îslam heq e, li ser pêyan dimîne lê belê pergalên zordariyê her gav winda dibin. “Tişta batil windabûyî ye” ev gotina Xwedê ye.
Kesê zordariyê digere, zordariyê heq dike. Ger tu zordariyê, belayê, xwînê bidî pêş, bela yê te bixeniqîne. Ger tu bi hezkirinê ve nêz bibûya, dê hezkirin ê bihata.
Dera ku ol lê serbest be, bereket tê wî welatî. Dema ku li Tirkiyê ol serbest be, dê nûr û bereket were Tirkiyê.
Navê pergala ku bi raman û hezkirinê ve derketiye mehdiyet e. Navê pergala tund û tirsê jî decaliyet e.
Ger tu zordariyê fêrkî, ew ê jî zordariyê bike. Dilovaniyê, hişmendiyê, axavtinê, rêbazên qanîkirinê, delîlên zanistî fêr bike. Ji her tiştî zêdetir, hezkirina Xwedê, xofa Xwedê hîn bike.
Em dijî çekan in, em dijî xwînê ne jî. Em dijî fîşengan in. Em bêhna xwînê, barûdê naxwazin. Bila hawirdor wek gulan bêhn vede.
Ger tu wek Ûsiv bî, dê Xwedê Zulêyxayê bişîne ba te. Nexwe li çolistanê gerînê ve nabe.
Nebûna hezkirinê, mirinê tîne, êşê, azarê, bêbereketîyê, bêyomiyê tîne. Ti tiştekî din nayîne.
Li cîhê ku hezkirin tune be, têkçûn heye. Li cîhê ku hezkirin nebe, bêexlaqî heye.
Ez bi çekan ve guherandina ramanan qebûl nakim. Ez di wê baweriyê me ku divê bi ramanê ve dijî PKKê têkoşîn were kirin.
Her misilman neteweperwerê Îslamê ye. Ez ne nijadperest im. Ji bo min Kurd, Laz, Çerkes hemû wekhev in. Mezintî bi teqwayê ve ye.
Bila Amerîka radestî Xwedê be, bila perwerdeya Darwînperest-Madepereset rawestîne. Dema ku amerîka oldar bû gelekî zengîn bû, dema ku dest ji oldarîyê berda, feqîr bû.
Ez çima xwişk û birayên xwe Kurd hez dikim? Jiber ku exlaqê wan xweş e hez dikim. Ez ti kesî ji bo netewa wî hez nakim, ez bo teqwaya wan hez dikim.