Nebûna hezkirinê, mirinê tîne, êşê, azarê, bêbereketîyê, bêyomiyê tîne. Ti tiştekî din nayîne.
Li cîhê ku hezkirin tune be, têkçûn heye. Li cîhê ku hezkirin nebe, bêexlaqî heye.
Ez bi çekan ve guherandina ramanan qebûl nakim. Ez di wê baweriyê me ku divê bi ramanê ve dijî PKKê têkoşîn were kirin.
Her misilman neteweperwerê Îslamê ye. Ez ne nijadperest im. Ji bo min Kurd, Laz, Çerkes hemû wekhev in. Mezintî bi teqwayê ve ye.
Bila Amerîka radestî Xwedê be, bila perwerdeya Darwînperest-Madepereset rawestîne. Dema ku amerîka oldar bû gelekî zengîn bû, dema ku dest ji oldarîyê berda, feqîr bû.
Ez çima xwişk û birayên xwe Kurd hez dikim? Jiber ku exlaqê wan xweş e hez dikim. Ez ti kesî ji bo netewa wî hez nakim, ez bo teqwaya wan hez dikim.
Kurd, pîroz in, qedirbilind in, oldar in, kubar in. Kesên paqij in. Dema ku dibêjin Kurd, ez dizanim ku ez ê bi kesekî/a kubar re rûbirû bim.
Ger em hezkirina mirovan hêvî bikin, dibe şîrk. Divê em bi hezkirina Xwedê ve hez bikin.
Xwedê bala me veke, bi xwe ve girêdanê û tenê Cenabê Wî hezkirinê nesîbke. Kêmasiya baweriyê gelekî xeter e, Xwedê bisitirîne.
Wextê ku belayek hat serê mirovan, divê nebêje ku dijî min qewimiye, Di wê de teqez xêrek heye. Xwedê bo ku vegerîne xwe pêk tîne.
Xwedê dîrokê birêve dibe û di guherandina dîrokê de hin qûlên peywirdar hene. Ew qûlên nepenî di guherandina dîrokê de ji aliyê Xwedê tên îlhamkirin.
Mehdiyet ne proje ye. Rasteqîn e. Ne guncav e ku em Mehdiyetê ji qederê derxin, dê teqez bibe.
Em ê Başûrê Rojhilatê jî wek Parîs, wek London bikin û em ê hêjatir jî bikin. Em ê bi destûra Xwedê vê lîstika qirêj xirabkin.
Di Îtihadê Îslamê dehezkirin, dilovanî, dostanî, biratî qencî û bereket heye. Hembêzkirina hemû cîhanê, bo başiya hemû kesî xîretkirin heye.
Di nava ramana PKKê de dilpakî, dilovanî, hezkirin tune ye, xofa Xwedê, hezkirina Xwedê tune ye, zanistî û huner tune ye. Tenê tundî û tirs heye.
Di zimanê hezkirinê de canzerî tune ye. Bi israrî aştî, bi israrî hezkirin. Heta dawiya emrê xwe dê aştî û hezkirinê biparêze. Ev yek ferz e.
Rîsaleyên Nûr berhemên dilrihetkirî ne. Kesê ku Rîsaleyên Nûr ji sêrî heta dawiyê bixwîne digîhêje. Nêrîna wî/wê rind dibe, bi çavekî xweş li cîhanê, li bûyeran, li mirovan dinêre.
Di cudahiyê de rehmet na, zulmet heye. Misilman dê bibin yek. Hemû ayetên Quranê ji bo yekîtî û bihevrebûnê ne.
Bindest ti carî winda nakin, hevalbendên Xwedê dê bi serkevin. Dijminên Xwedê dê têk biçin.
Oldariyek aqilane girîng e. Misilman ji xurafeyan naxape. Quran têr dike.
Xwedê hin hişyariyan dişîne ku mirov Wî bi bîr bixe, lê belê ev yek înkarkirina gelek mirovan ji zêdetir dike.