Him li hember nirxên Ewropa wek huner, peyker û muzîkê ne him jî dixwazin biçin Ewropa. Durûtîyê dikin.
PKK dixwaze ku rejîmeke bêxwedê têxe nav Kurdan. Ti kesek pergaleke bêxweda û bêdîn qebûl nake.
Taybetîya hevpar a paşverûyan ew e ku hîç qala Quranê nakin. Misilman pirsyarê lipeyçûna Quranê ne.
Hişmendîyeke ku dixwaze hemû Misilmanan tune bike belavî cîhanê bûye. Gelek mele jî dibêjin ka decalî li ku ye.
Ger Tirkîye ewropayî be, dê perwerde û jîyanek baştir pêk were. Dê modeleke ku hemû cîhan jê hez bike derkeve holê.
Divê hişmendîyeke zirarê dide Rojhilata Navîn na, ya ku nûjenî, kalîte û hunerê esas digire bibe serdest. Wê demê Tirkîyeke xurt çê be.
Jiber ku oldar e em ji Barzanî hez dikin, ger li hemû herêmê bandora wî hebe em ê kêfxweş bin. Em teqez PKKya Stalînîst naxwazin.
Ger bi dilovanî nêzî birayên me Şiî bin li Iraqê jî ti gengeşî namîne. Şiî jî Sunî jî misilmanên pak û paqij in.
Di nav her civakê de kesên şaş derdikevin. Di nav Şiî û Sunîyan de jî derdikevin. Divê teqez Şiî û Sunî bibin yek.
Em herêmeke ku perçe perçeyî bûye, yek ji yê din hez nake na, em Yekîtîya Îslamê ku hezkirin serdet be dixwazin.
Bawermend tev xwişk û bira ne. Şiî jî Sunî jî mirovên ronak in. Xurtbûna Îranê, Pakîstanê kêfxweşî ye.
Em çima bi mirovên ku Xwedayê me yek e, Pêxember û Pirtûka me yek e, Qiblegeha me yek e ve bibin dijmin.
Her kes tenê bona xwe hezkirin û dilxweşiyê dixwaze. Divê Misilman bi hebûna Misilmanên din ve şad be.
Dema ku tim bi tundî nêzî mirovan dibin wan berve tundiyê didefînin. Ger bi hezkirin tev bigerin tundî namîne. Dê Mehdî vê yekê bike.
Cihû û Ermen zengînîyên vî welatî ne. Terkandina Cihûyan a vî welatî ne tiştekî kêfxweşî ye. Divê dilê wan were kirîn.
Dema şehîd dikeve, dibêjin agir kete ocaxê. Ev gotinek şaş e. Agir na, nûr dikeve cîhê şehîd lê be.
Serokatî wek federasyonê ye. Divê mirov ji ber daxuyaniya xweserîyê li hember pergala serokatiyê metel nemîne. Divê ev şaşî bê sererastkirin
PKK wek nûnerê Kurdan derket û niha jî ax, ziman, nasname û hemû wan blindest kiriye. Ev yek paşguh nabe.
Li pey şehîdan mirov bi hezkirin û xofa Xwedê digirî, ger bi xembarî bigirîn ne gorî olê ye.
Di daxuyanîyên dema ku şehîd tên de divê peyvên xembûn û êşê neyên bikaranîn. Bila bêjin; “Gihîşt şerefa şehîdbûnê em şad bûn”.
Qaşogiravî jiyana Misilmanan gorî xwe erzan dibînin. Jin, zarok û sîvîlan her gav ji hewayê tên kuştin. Tirkiye nabe qasidê zulmeke wiha.