Ji ber ku çav û rûyê mirovekî dişibe Mehdî, ew nabe Mehdî. Mehdî ew kes e ku Yekîtiya Îslamê ava dike û Hz. Îsa li pey nimêj dike.
Dema ku em dibêjin dê Mehdî olê hêsan bike, tê wateya peyçûna helal û heramên Quranê, û rakirina hukmên di Quranê de tune ne.
Dixwazin ku PKKê bona sînorkirina Tirkîye û alema Îslamê bikar bînin. Kesê bona vê hewl dide qîyametê dide pêş çavên xwe.
Bawermend li hember bawermendan dilnizm û dilovan in, li hember kufrê jî xwedî rûmet in. Rûmeta wan xwedîderketina birayê xwe ye.
Ger nexweşî, bela û acizî nebin gelek mirov bala xwe nadin ser rastîyên îmanê, nadin ser mijarên ku Xwedê balê dikêşe ser.
Firehbûna bala însan bi xwe ramankirina mirovan ve pêkan e. Xwedê dixwaze ku em hûr û kûr bifikirin. Divê bona ramanê hewl bidin
Xwedê sînor bona hûrbûna mirovan a îmanê çê nekirîye. Her ku zêde bifikire mirov, zêdetir kûr dibe.
Kêmkirina gengeşîya welêt ne dijwar e. Bi hinek hezkirin û dilovanî dê her kes xwe xweş hîs bike û çareserî pêk were.
Pejirandina mirovan a hezkirinê gelekî hêsan e. Hezkirinê nîmetê dinyayê yê herî şîrîn e. Hişmendîyek sereke nake rojevê loma tê jibîrkirin.
Divê were nîşandan ku di mijara azadî, demokrasî û aştîyê de biryardarî heye. Divê teqez li wî ji %50yê din xwedî derkevin.
Ger ji %50yê welatekî aram û dilşad nebe ev ne tiştekî kêfxweşî ye. Divê havirdor jî em jî aram û dilşad bin.
Şêweya ku ji %50yê welêt nabîne kêr nayê. Ew jî mirovên vî welatî ne, ger bi zarşîrînî û devkenî nêzîk bin her kes ê rihet be.
Di hezkirinê de bazarî nabe. Xwedê dibêje qencîyê li xêrnexwazan jî bikin wê hingê hûn ê dostanîyê bibînin.
Ew kesên ku Kurdan û gelên din bona hilbijartina wan kêm dibînin xwe bi xwe rûreş dikin.
Îdeala me Yekîtiya Îslamê heye. Hemû alema Îslamê bin azarê de ye. Ger Tirkîye jî perçe be, Yekîtiyê ava nabe. Gunehê wê stûyê her kesî ye.
Ji ber tunebûna hezkirinê, hema hema li her welatî her kes dixwaze jev perçe bin. Em dixwazin bi hezkirin nêz bin û bi hev re xweş bijîn.
Rêxistineke wek PKKê ku pergala Marksîst Lenînîst diparêze qala demokrasîyê dike ne tiştekî ku mirov pê bawer bike ye, PKK tenê tundîyê diparêze.
Ewqas ji hezkirinê dûr mezinbûna mirovan talûkeyek mezin e. Xeynî min û hevalên min hema bêje ti kes qala hezkirinê nake.
Divê heznekirin wek bobelatek civakî were dîtin û demildest tevdîr bên hildan. Divê gencên ku hezkirinê dizanin werin gîhandin.
Xweşikîya jinan huner e. Xweşikîya jinan tenê nayê wateya şehwetê. Şehwet tenê dema ku jin dixwaze û teslîm dibe pêk tê.
Êşên Kurdan gelek in. Bi salan ji hêla dewleta kûr hatin çewisandin niha jî decalîyet bûye bela serê wan. Di her tiştê baş de dor a wan e.