Ew kesên ku hewldana derbeyê kirin ew kujer û xayînê miletê me ne ku dixwazin gelê me ji holê rakin. Ew kes dijminê gel in.
Hin kesên ku şeva derbeyê ketin qisawetê hebûn. Ev yek bona wan şermezarî ye. Li hember dijminê gel û welêt tirs û qisawet nabe.
Divê em ji alema Îslamê re jî lîstikên dewleta kûr a Îngilîzan gelekî baş vebêjin. Em wek alema Îslamê lîstikê dewleta kûr a Îngilîzan bişkênin.
Bi şîfreyên veşarî ve bo hin kesan payam şandin şêwazeke kevn a dewleta kûr a Îngilîzan e. Derbecî jî wisa dikin.
Dewleta kûr a Îngilîzan dê demekê derbeciyan bikar bînin, dema ku karên wan xelas bû dê wan jî îmha bikin. Bila ew jî vê lîstikê bibînin.
Em ê afirandinên Xwedê zengîn binêrin û heyirî bimînin. Wê demê evîn zêdetir dibe. Evîn zêde be tirsa Xwedê jî zêde dibe. Tirs zêde be tewekul jî zêde dibe. Tewekul zêde be hemû hêrs radibe. Serê te rihet dibe, aş dibî. Bexteawî, aramî û asanîyek dikeve ser mirovan, înşAllah.
Mînafîq wek mîkroba cemîyetê ne. Tevî ku gelekî kêmaqil in, xwe gelekî zana dizanin.
Mirovan nizanibû ku dê decaliyetek derkeve hemû mirovan bixwe, lê belê ev bûyerên derketine nefreta decaliyetê nîşan dide.
Ew kesên nizanin bi hezkirinê ve li Kurdan binêrin di rêyek şaş de ne. Qala pereyê ceyrana wan gelekî şerm e, ew pere li wan helal be.
Kurd canê me ne, em dikarin pereyê ceyrana wan jî ava wan jî bidin. Ew kesên hezkirinê nizanin bila xwe bispêrin Xwedê.
Em ê teqez li hember wan kesên ku dibêjin bila Kurd bên tehcîrkirin pêvajoya huquqî bişopînin.
Ne normal e ku hin kes tenê bi 50 hevokan dipeyivin. Divê hiş û asoya wan fireh be.
Her quruşê bona penaberan tê xerckirin bila helal û xweş be. Comerdiya Tirkiyê bona cîhanê dibe mînak.
Xwedê bona ku em di warê wêrekî, dilovanî, û hezkirinê de pêş bikevin em têra dilê xwe serbest berdane. Ev jî bo me nîmet e.
Hezkirin ne tiştekî mirov jê têr be ye. Nîmetekî mezin e ku Xwedê axret û îman ewqas mezin afirandiye.
Quran çavkaniya hezkirinê ye.
Kalîte dergehekî mezin e ku di nav huner, hezkirin, evîn û qedirgirtinê de ye. Kesên bi xwarin û kincan ve quretiyê dikin ne kalîte ne.
Kalîte ruhekî bilind e ku bona xatirê Xwedê, mirovên xwedî wîjdan û xwedî hezkirin dide hewandin.
Li gund kalîteyeke baş heye, dema mêvan tên her derfetan dixin xizmetê, gelekî baş diezmînin. Ev exlaqekî xweş e.
Di bingeha erzanbûna mirovan de xweperestî û berjewendî hene. Mirovên kalîte qelender in.
Kesên kîndar nabin kalîte. Divê wisa torin be ku efûker be, fîdakar be, bona hezkiriyên xwe her fîdakarî bike.