Ola Îslamê olek geş, xweş û şad e. Dema ku paşverû destên xwe ji Îslamê vekişînin, dê Îslam bibe desthilatê cîhanê.
Paşverû dixwazin hemû cîhana xwe ya tarî û qirêj bavêjin ser Îslamê. Bila ew tarîtî ji we re bimîne. Berdin bila xweşikîya Îslamê belav be.
Sûnî Şiîyan, Şiî Sûnîyan bi averêbûnê ve sûcdar dikin. Yên averêbûyî kesên ji Misilmanan hez nakin in.
Ez parastvanê mirovên hezker û jidil im. Netewperwerîya nijadperest di Quranê de nîn e. Kî li hezkirinê bigere ez wî/wê hez dikim.
Yên bawer dikin ku dewleta ku PYD ava bike dê bibe dostê Amerîka û Îsraîlê xwe bi xwe dixapînin. PYD nabe dostê Îsraîlê jî Amerîkayê jî.
Gelê Amerîkayê jî Îsraîlê jî gelekî xweşik û xûyşîrîn in. Em li dijî polîtîkayên tundrev ên dewletên kûr in.
Xwedê tenê ji bendeyên xwe hezkirina wî dixwaze. Dibêje ji min hez bikin û hûn jî aram bin. Xwedê kêfxweş dibe ku dilê me têkeve wî.
Parastina bombeyên varîlê bêexlaqîyek mezin e. Pejirandina bombebarankirina jin û zarok û extîyaran bêwijdanî ye.
Avabûnên wek PKKê li nav civakên bêvîn bêhewl û bêhêz xurt dibin. Ji ber vê yekê, divê gelê me biryardariya xwe nîşan bide.
Dayîna perwerdeya Darwînîst a şev û roj, tê wateya geşandina agirê terorê.
Dewleta kûr a Amerîkayê li Rojhilata Navîn tundiyek wisa mezin pêk anî ku, wan sepandinan tundiyek mezintir derxist hole.
Ti wateya sekinandina cenazeyên YPGyîyan tune ye. Bila demildest werin definkirin.
Ji nexweşiya heznekirinê bifilitin. Xwedê mirov bona ku bi nefretê bijîn neafirand. Di nav cîhanek reş û tarî de dijîn.
Dijayetî li hember zulumkaran û kujeran tê kirin, ji bona ku di nav gelekî de zulumkar û kujer hene bi temamî dijminî nayê kirin.
Ger edaleta civakî dixwazin, jixwe di Quranê de bi pergala welayetê parkirina mal û milk ferz e, edaleta civakî ya herî xweşik heye.
Ger ronakî, nûjenî, pêşketin û biratîya çepgiriyê dixwazin jixwe ev hemû bi awayekî xweşiktir di Îslamê de hene, yanî ligel me hene.
Hezkirin, îmana jidil, dostanî li cem kê be jin wan hez dikin qedrê wan digirin.
Ez hemû alema Îslamê yekî ji yekî zêde nedîtî destek dikim. Ew ên ku yekê destek dikin yên din nabînin bêwijdanî dikin.
Wek hemû alema Îslamê Filîstîn jî canê me ye. Em bona wan xebatên gelekî baş dikin, dê demek nêz de ew ê jî xeberên xweş hildin.
PKK karekî teqez biser nekeve dike, Bêhûde xeyalan dikin. Dê qet negîhin van armancên xwe.
Her cure azadîyê ji mêran re heq dibînin, heta dibêjin jin nikarin ligel we rûnin, li hecê jin û mêr tev (diperesin) îbadet dikin.