Yên gorî wîjdana xwe tevdigerin pir êş dikêşin. Pêxember bona wê gelekî êş dikêşin. Lê di dawiyê de dibin qencên dinyayê.
Bi baldarî li dinyayê binêrin, piranî li gor mantiqê tevdigerin û dibin şerpeze. Yên ku jidil û can û bi wîjdan tevdigerin bi awayekî baş dijîn.
Paşverû bo ku tiştên Xwedê helal kiriye wek heram dibînin, gelek kes dema gorî dînê tevdigerin dêbêjin qey dê tiştên baş û qenc winda bikin.
Heke gef û zexta PKKê ji ser HDPê rabe, dê gelek kesên di nav HDPê de siyaseteke baş bimeşînin û bi ser bikevin.
Em em zordariyên birayên me yên Kurd dibînin. Zordariya feudal, zordariya dewleta kûr û ya PKKê heye. Dê hemî çareser bibin.
Xwedê birayên me yên Kurd ji ezmûneke dijwar de derbas dike. Înşelleh Xwedê bihuştê nesîbê wan hemûyan bike.
Divê seferberî bê îlan kirin û kêmtirîn 2 milyon kes hildin leşkeriyê û bên çekdar kirin. Divê ev wek hêzeke pêximker demildest bê kirin.
Yên ku dêbêjin talûkeya PKKê nîn e, şaş difikirin. Divê PKK pêvajoyê çawa li gorî xwe bikar tîne bê dîtin û li gorî vê tevdîr bê standin.
PKK dê bi têkoşîna fikrî zû xilas bibe. Him dê encameke teqez bê standin him jî rêbaza herî baş a li gorî Quranê ev e.
Ger em bêbiryardar û bêhêz tevbigerin dê dewletên kûr ên cihanê Tirkiyê wek dewletek piçûk bibînin. Nîşandana hêza Tirkiyeyê girîng e.
Yekîtiya neteweyî girîng e. divê em ji tiştên ku zirarê dide yekitiya me bi dûr bisekinin.
Dema ku şehîd dibe divê êş, nalîn û girî nebe. Lewre armanca PKKê jixwe ev e. divê em vê daxwaza wan bi cih neynin.
Divê PKK piçûk û beredayî neyê dîtin. Em dikarin bibêjin ku Tirkiye şerekî din yê rizgarbûnê dike. Divê li gorî vê rastiyê tevbigerin.
Agahiyên ku pêxemberê me derbarê Mehdî de daye hemî jî li dû hev di vê heyamê de pêk tên û derdikevin. Ev jî mucîzeyek e.
Êrîşî karkerên demsalî yên Kurd û malên wan dikin. Ev bêexleqiyeke mezin e. Ger hêza te hebe biçe bi PKKê re şer bike, êrîşî Kurdan neke.
Xwedê eşq û hezkirinê hezdike. Karê dinyayê, meqam û mevkî ne girîng e. Xwedê bi tenê hezkirinê dixwaze.
Xwedê bo ku eşq baştir bê dîtin êşê dide. Mirov ji ber vê êşê hezkirina xwe ya bo Xwedê fam dike.
Dinya ne ev der e ku hezkirin lê bi awayekî rast tê jiyin. Cihê rast a hezkirinê axiret e.
Daxwaza Xwedê eşq e. ji sebrê, teqwayê û êşê armanc eşq e. Hemi jî bo zêdetir ji Xwedê hezkirine.
Dewsa ku Misilmanên tûndiyê bi kar tînin, perwerdebikin, tev ji holê radikin. Naxwe di nav wan de kesên maqûl jî hene.
Misilman dê hemû hêz û dildariya xwe ji Xwedê hez bike. Hezkirina Misilman a bo Mehdiyetê jî ji hezkirina Xwedê ye.