Mûsewî jî Misilman jî zarokên Hz. Brahîm in. Divê navbeyna birayan de şer çê nebe.
Em çima bi mirovên ku Xwedayê me yek e, Pêxember û Pirtûka me yek e, Qiblegeha me yek e ve bibin dijmin.
Cihû û Ermen zengînîyên vî welatî ne. Terkandina Cihûyan a vî welatî ne tiştekî kêfxweşî ye. Divê dilê wan were kirîn.
Ew ên ku dibêjin Mûsewî lenetî ne, nabînin ku xanima Pêxemberê me Mûsewî bû. Xwedê dibêje hûn dikarin bi jinên cihû re bizewicin.
Dujminiya Mûseviyan nexweşiyek derûnî ye. Zarokên Hz. Yaqup emanetê me yên Xwedê ne. Nefret ne exlaqekî gorî Quranê ye.
Heke tu ji Îsraîlê nefretkirinê bidî hîn kirin, wê demê civaka îslamê jî dê ji hevdu nefretkirinê hîn bibe. Heke tu ji zarokên hz. Îbrahîm hez nekî, dê ji misilmanan çawa hez bikî? Divê tu ji zarokên hz. Musa, Ermenan, Rûman, Katolîkan û protestanan hez bikî ku ji misilmanan jî hez bikî. Hemû ebdên Cenabê Xwedê ne.