Felsefeya sereke ya derbeyan ew e ku xwe dispêre tunebûna modernîte, kalîte, huner û zerafeta dewletan, yek jî tunebûna bextewariya gel.
+ Ger jiyana mirovên modern jî rêkûpêk were parastin, ew propaganadayên dijî Tirkiyê tên kirin dê werin xelaskirin.
Hişmendiyeke ku girîngiyê dide muzîk, huner û kalîteyê gelekî lazim e. Divê li her deverê Tirkiyê ev yek hebe +
Ger mafê jinan pêşkeve, wêne, musîk û huner bê zanîn, demokrasî û azadî zêde bin dê Tirkîye bibe welatekî şaristan. Divê Tirkîye derîyê paşverûtîyê hişkehişk bigire. Ger bibînin ku dilê Tirkîyê li paşverûtîyê heye dê Tirkîyê biçewisînin.
Him li hember nirxên Ewropa wek huner, peyker û muzîkê ne him jî dixwazin biçin Ewropa. Durûtîyê dikin.
Divê hişmendîyeke zirarê dide Rojhilata Navîn na, ya ku nûjenî, kalîte û hunerê esas digire bibe serdest. Wê demê Tirkîyeke xurt çê be.