Di Îslama kevneşop de, piranî radestbûn heye, xwe davêjin nav jiyana rojane, di gelek qadan de têkçûnê di sêrî de qebûl dikin.
Ez çima xwişk û birayên xwe Kurd hez dikim? Jiber ku exlaqê wan xweş e hez dikim. Ez ti kesî ji bo netewa wî hez nakim, ez bo teqwaya wan hez dikim.
Ez parastvanê mirovên hezker û jidil im. Netewperwerîya nijadperest di Quranê de nîn e. Kî li hezkirinê bigere ez wî/wê hez dikim.
Heke Xwedê min bike dojehê jî, ez ê dîsa navê wî bi bîr bînim. Ez ê bi coş û xiroşekê navê wî bêjim. Li wê derê tirsa êşê nîn e, tirsa xeyîdandina xwedê heye. Bila xwedê ji min nexeyîde jî canê min bişewite jî dê çi bibe? Ji bo min ferq nake. Ango ez dê têra xwe êş bikişînim lê heke ez dê xwedê bixeyîdînim, ez dê li bihuştê bim jî ew der dê ji min re bibe dojeh.