Çek û bombe lîstika şeytan e. Şeytan tim dixwaze xwîn birije. Mirov ne bi çekê bi ramanê tê qanîkirin, ger qanî nebe rêz lê tê girtin.
Bawermend xwe li hêrsê, hestiyariyê, kîndariyê nagire û xwe pê ve bernade. Destûr nade ku şeytan gorî dilê xwe wê/î bixijikîne.
Dibêjin yên ketin nava olê, nikarin bikenin, derkevin derve, kêfxweş bin, muzîkê guhdar bikin û bireqisin. Şeytan jî olê ewqas xerab nake.
Kesên ku dixwazin şeytan nas bikin, bila li mirovên di torên civakî de hîç qala hezkirinê nakin binêrin. Ev heznekirin rengekî şeytan e.
Çawa ku şeytan bê aram e, tîma îblis û minafiq jî ewqas bê huzur û ne aram in. Her gav bêxeysîyetîyekê dikin.