Gelek kesên paşverû alimên xwe wek reb dibînin, lê demek şûnda dê tenê Xwedê wek rebê yekane bibînin, dê li pey Quranê biçin.
Pirsgirêka herî mezin a cîhanê bêîmanî ye. Bona îman were rizgarkirin, divê valabûna peresanê û rastiyên îmanê werin vegotin.
Hebûna îmana mirovan bala gelek alimên Îslamê nakêşe. Radibin hukmê Îslamê ji kesên nas nakin re vedibêjin.
Kesê ku hişmendiya xwe nizane, rasteqinên derve jî fem nake. Yê hişmendiya xwe dizane ji her tiştî nîşaneyên îmanê dibîne.
Pêwîst e ku mirov “ez” a di hundurê xwe de bibîne û binase. Bona ku îmenek rasteqîn û jidil çêbe, divê mirov xwe û hişmendiya xwe bizane.
Şûna ku bi şoreşgerî lîstinê ve şêweyek ji rastiyê dûr hil digirin, divê xebatên dij komunîst û Darwînîst werin kirin.
Heta ku talûkeya Komunîzmê nebînin, bela mezintir dibe. Tiştekî mirov paşguh bike nîn e.
Li hember reşekujan (terorîst) kerrbûn nabe. Lazim e dewlet hêza xwe bi qanûn û yasayî nîşan bide.
Dema ku mijar cane kesekî be, divê demildest tevdîran hildin. Divê nehîştana ku bisekinin û ji xwe re bikin propaganda.
Dema ku dozgerê me dîl hatibû girtin, parvekirina wêneyê wî gelekî çirkîn bû. Divê doz li wan kesên parvekirî were vekirin.
Bi gotina Ewrûpa kûr ve em welatê xwe perçe nakin. Ger planeke wan hebeî bila li welatê xwe bisepînin.
Kêşeya herî mezin a navbeyna komên Misilman jî heznekirin e. Hev û du bi gotinên negotî ve tawanbar dikin, bi çavê hezkirinê ve nanêrin.
Tişta her baş a ku divê kesên Xwedêbawer hîn bin hezkirin e. Ji ber ku baweriya wan li Xwedê kêm e hez nakin. Eşqa bawermendan xurt e.
Ya ku dilrihetiyê bide birayên me yên Kurd giyanê Yekîtiya Îslamê ye. Divê her gav li Tirkiyê rihê Yekîtiya Îslamê zindî bimîne.
Divê em hewl bidin ku aştî, aramî û hezkirin li hemû herêmê belav be. Karê herî baş bo PKKê tobekirin û guherîn e.
Ew birayên me yên li Başûrê Rojhilat çalakiyên Rojbûna Pêxemberê me lidardixin karekî gelek baş dikin. Ew şêr in. Her zêde bin.
Zêdetirê gencan bihêrs û hêrîşkar in. Polîtîkaya taybet a hezkirinê pêwîst e. Divê hezkirin di mexderê de be. Heznekirin telef dike.
Wisa zanin ku çiqas tinazên xwe bikin dê ewqas xwedî kesayet bin. Kesê hezkirinê nizane nabe xwedî kesayet jî.
Hema carekî jî bilêvnekirina hezkirinê nexweşîyê çê dike. Her ku hezkirin tê bilêvkirin firehî dibe.
Ew kesên dibêjin her der tije nefret e, bila carekî jî peyva hezkirinê bilêvbikin ku mîna gopalê Hz. Mûsa hezkirin nefretê daqurtîne.
Gelek nivîskarên çepgir carekî jî tundîya PKKê rexne nakin, lê dibêjin em alîgirê aştîyê ne. Ev ne tiştekî wîjdanî ye.