Ger mirov carekî Quranê jidil bixwîne, fem dike ku Xwedê çi dixwaze. Quran hêsan e, fembar e, têrker e.
Ger jin biçêj be, bengîn be û jidil be, Xwedê wê xweşiktir dike. Mirov bi dîtin û nêrîna wê gelekî bikêf dibe.
Bi jinan re hêzek mezin a hezkirinê heye. Ya ku dixwazin tenê jidil bên hezkirin e. Dema hezkirinê dibînin bi can radest dibin.
Ola Îslamê olek geş, xweş û şad e. Dema ku paşverû destên xwe ji Îslamê vekişînin, dê Îslam bibe desthilatê cîhanê.
Paşverû dixwazin hemû cîhana xwe ya tarî û qirêj bavêjin ser Îslamê. Bila ew tarîtî ji we re bimîne. Berdin bila xweşikîya Îslamê belav be.
Sûnî Şiîyan, Şiî Sûnîyan bi averêbûnê ve sûcdar dikin. Yên averêbûyî kesên ji Misilmanan hez nakin in.
Ez parastvanê mirovên hezker û jidil im. Netewperwerîya nijadperest di Quranê de nîn e. Kî li hezkirinê bigere ez wî/wê hez dikim.
Yên bawer dikin ku dewleta ku PYD ava bike dê bibe dostê Amerîka û Îsraîlê xwe bi xwe dixapînin. PYD nabe dostê Îsraîlê jî Amerîkayê jî.
Gelê Amerîkayê jî Îsraîlê jî gelekî xweşik û xûyşîrîn in. Em li dijî polîtîkayên tundrev ên dewletên kûr in.
Xwedê tenê ji bendeyên xwe hezkirina wî dixwaze. Dibêje ji min hez bikin û hûn jî aram bin. Xwedê kêfxweş dibe ku dilê me têkeve wî.
Avabûnên wek PKKê li nav civakên bêvîn bêhewl û bêhêz xurt dibin. Ji ber vê yekê, divê gelê me biryardariya xwe nîşan bide.
Dayîna perwerdeya Darwînîst a şev û roj, tê wateya geşandina agirê terorê.
Dewleta kûr a Amerîkayê li Rojhilata Navîn tundiyek wisa mezin pêk anî ku, wan sepandinan tundiyek mezintir derxist hole.
Jiber ku we got ol û jîyan pevre nabe, we mirov ji olê sar kirin û dûr xistin. Ol li plajan jî li cîhên kêfê jî heye.
Mirovan bi zorê ji olê sar mekin. Olê li mirovan wek tiştekî neyê femkirin nîşan medin. Oldarbûnê wek şerpezetî medin ber çavan.
Dibêjin yên ketin nava olê, nikarin bikenin, derkevin derve, kêfxweş bin, muzîkê guhdar bikin û bireqisin. Şeytan jî olê ewqas xerab nake.
Hezkirina Xwedayê ku hêzdar e bona mirovê belengaz nîmetekî mezin û serfirazî ye.
Ya ku bawermendan bênvedanî dike xizmeta Xwedê ye. Bawermend dema ku xizmet nake aciz dibe.
Dewleteke oldar ku li Iraq û Surîyê were avakirin, yan jî pergaleke ku Kurdan aram bike dê me şad bike. Em naxwazin Kurd bên çewisandin.
Gelek mirov kesên ku pê re têkilî girêdin, wan nêzî olê bikin û ji dil wan hez bikin nabînin. Hejmara oldarên dilovan kêm e.
PKK hîç kesekî dijberî xwe naxwaze. Li pişta propagandaya li dijî Barzanî jî ev daxwaza PKKê yekdesthilatî heye.