Nikarin ji PKKê re bêjin komunîst û stalînîst, dibêjin Zerdeştî. Divê mirov ya rast bêje. Divê bi aşkere bêjin bêxwedê, stalînîst û komunîst.
Gelekî baş bûye ku şehîdê me Mansur Cengîz bi tekbîran hatiye oxirkirin. Mînakek baş a oldarî û exlaqê xweş ê gelê Kurd e.
Mirov wisa hatiye afirandin ku ger jidil be rihet e. Tolhildan, hêrsbûn û nejidilbûyîn mirovan perîşan dike. Ya herî baş mirov efûkar be.
Mirov hêjar hatîye afirandin. Entrîka, kîn û hêrs ne ew barên in ku mirov ji bin rabin. Jidilî firehiyek bêhempa ye.
Jidilî û hezkirin mirovan xweşik dike. Mirov wê demê rihet dijî.
Ger mirov carekî Quranê jidil bixwîne, fem dike ku Xwedê çi dixwaze. Quran hêsan e, fembar e, têrker e.
Ger jin biçêj be, bengîn be û jidil be, Xwedê wê xweşiktir dike. Mirov bi dîtin û nêrîna wê gelekî bikêf dibe.
Bi jinan re hêzek mezin a hezkirinê heye. Ya ku dixwazin tenê jidil bên hezkirin e. Dema hezkirinê dibînin bi can radest dibin.
Ola Îslamê olek geş, xweş û şad e. Dema ku paşverû destên xwe ji Îslamê vekişînin, dê Îslam bibe desthilatê cîhanê.
Paşverû dixwazin hemû cîhana xwe ya tarî û qirêj bavêjin ser Îslamê. Bila ew tarîtî ji we re bimîne. Berdin bila xweşikîya Îslamê belav be.
Sûnî Şiîyan, Şiî Sûnîyan bi averêbûnê ve sûcdar dikin. Yên averêbûyî kesên ji Misilmanan hez nakin in.
Ez parastvanê mirovên hezker û jidil im. Netewperwerîya nijadperest di Quranê de nîn e. Kî li hezkirinê bigere ez wî/wê hez dikim.
Yên bawer dikin ku dewleta ku PYD ava bike dê bibe dostê Amerîka û Îsraîlê xwe bi xwe dixapînin. PYD nabe dostê Îsraîlê jî Amerîkayê jî.
Gelê Amerîkayê jî Îsraîlê jî gelekî xweşik û xûyşîrîn in. Em li dijî polîtîkayên tundrev ên dewletên kûr in.
Xwedê tenê ji bendeyên xwe hezkirina wî dixwaze. Dibêje ji min hez bikin û hûn jî aram bin. Xwedê kêfxweş dibe ku dilê me têkeve wî.
Parastina bombeyên varîlê bêexlaqîyek mezin e. Pejirandina bombebarankirina jin û zarok û extîyaran bêwijdanî ye.
Avabûnên wek PKKê li nav civakên bêvîn bêhewl û bêhêz xurt dibin. Ji ber vê yekê, divê gelê me biryardariya xwe nîşan bide.
Dayîna perwerdeya Darwînîst a şev û roj, tê wateya geşandina agirê terorê.
Dewleta kûr a Amerîkayê li Rojhilata Navîn tundiyek wisa mezin pêk anî ku, wan sepandinan tundiyek mezintir derxist hole.
Ti wateya sekinandina cenazeyên YPGyîyan tune ye. Bila demildest werin definkirin.
Ji nexweşiya heznekirinê bifilitin. Xwedê mirov bona ku bi nefretê bijîn neafirand. Di nav cîhanek reş û tarî de dijîn.