Pêxemberê me tiştên ku dê di axîr zeman de biqewimin berfirehî vegotiye û her hûrgulî jî pêk tên. Ne normal e ku ev mûcîze tên veşartin.
Rizgarîya Tirkiyê di nûjenbûnê de ye. Ger jin ne rihet be, xweş û geş nebe li wir nûjentî jî huner jî nabe.
Di civateke ku xweşikiya jinan naxwaze de huner û avahîsazî pêş nakeve.
Nebûna Yekîtîya Îslamê dibe sedema rijandina xwîna gelek Misilmanan. Divê hemû alim Yekîtîya Îslamê vebêjin.
Yên ku hedîsên Pêxemberê me vedişêrin, qala Yekîtîya Îslamê nakin, yên ku nabêjin bila Misilman bibin yek dê paşê gelekî şerm bikin.
Di dîroka cîhanê de pergaleke ku bandor li %99 gel kiriye û dibêje Xwedê nîn e heye, decalîyet ev bixwe ye.
Niha li cîhanê xwedîyê feqîran tune ye, Dema ku Tirkiye dibe yek wê hingê ji wan belengazan xwedî derdikeve. Ger Tirkiye bibe hêza mezin, xweserî hebe jî xem nake, lê belê aniha, dema ku rêxistineke Stalînîst heye xweserî perçebûn e. Xweserîya ku KCD qal dike ew e ku dibêje bila dewletek cuda hebe lê belê pereyê wê hûn bidin. Yanî di bin banê PKK de dewletek cuda. Navê perçebûnê kirine xweserî-xwerêvebirin. Kanton, xweserî û xwerêvebirin hemî perçebûn in, gel destûrê nade.
Xendeq li cîhên bbiçûk ku PKK lê berzeqîyan dike ne. Divê ev berzeqî temamî ji holê were rakirin. Divê em bînin wan taxan xeynî cîhên dîrokî bi temamî vala bikin û ji welatîyan re xanîyên bibaxçe ava bikin.
Ger mafê jinan pêşkeve, wêne, musîk û huner bê zanîn, demokrasî û azadî zêde bin dê Tirkîye bibe welatekî şaristan. Divê Tirkîye derîyê paşverûtîyê hişkehişk bigire. Ger bibînin ku dilê Tirkîyê li paşverûtîyê heye dê Tirkîyê biçewisînin.
Di paşverûtîyê de zanist, huner û kalîte nabe. Qedrê jinan nayê girtin. Mirov şad nabin. Daxwaza mirin û kuştinê zêdetir dibe.
Him li hember nirxên Ewropa wek huner, peyker û muzîkê ne him jî dixwazin biçin Ewropa. Durûtîyê dikin.
PKK dixwaze ku rejîmeke bêxwedê têxe nav Kurdan. Ti kesek pergaleke bêxweda û bêdîn qebûl nake.
Taybetîya hevpar a paşverûyan ew e ku hîç qala Quranê nakin. Misilman pirsyarê lipeyçûna Quranê ne.
Hişmendîyeke ku dixwaze hemû Misilmanan tune bike belavî cîhanê bûye. Gelek mele jî dibêjin ka decalî li ku ye.
Ger Tirkîye ewropayî be, dê perwerde û jîyanek baştir pêk were. Dê modeleke ku hemû cîhan jê hez bike derkeve holê.
Divê hişmendîyeke zirarê dide Rojhilata Navîn na, ya ku nûjenî, kalîte û hunerê esas digire bibe serdest. Wê demê Tirkîyeke xurt çê be.
Jiber ku oldar e em ji Barzanî hez dikin, ger li hemû herêmê bandora wî hebe em ê kêfxweş bin. Em teqez PKKya Stalînîst naxwazin.
Ger bi dilovanî nêzî birayên me Şiî bin li Iraqê jî ti gengeşî namîne. Şiî jî Sunî jî misilmanên pak û paqij in.
Di nav her civakê de kesên şaş derdikevin. Di nav Şiî û Sunîyan de jî derdikevin. Divê teqez Şiî û Sunî bibin yek.
Em herêmeke ku perçe perçeyî bûye, yek ji yê din hez nake na, em Yekîtîya Îslamê ku hezkirin serdet be dixwazin.
Bawermend tev xwişk û bira ne. Şiî jî Sunî jî mirovên ronak in. Xurtbûna Îranê, Pakîstanê kêfxweşî ye.