AkPartî avahiyekî mezin e ku Tayyîp Xoce damezrandiye. Ger hin kes rabin û bêjin ez im xwedî, ev yek nabe helwesteke baş.
Hîç kêfa min ji bê wefatî û nedilsoziyê re nayê. Ew exlaqekî gelekî kirêt e ku yek rab eli ser serkeftinên yekî/ê textê xwe ava bike.
Tirkiye di mijara Musilê de dikare tenê desteka lojîstîk bide Iraqê. Divê teqez çek û desteka sîxuriyê ku bibe sedema kuştinê neyê dayîn.
Desteka sîxuriyê nabe ku tu bêjî li vir Misilman hene têkevin û bikujin, berovajî vê, divê tu bêjî li vir sîvîl hene lê nexin.
Prensîba şexsîbûna suc heye. Bi hewa bombebarankirina herêmekî kujerî ye. Zarok, jin û pîr, mirov nayê bombebarankirin.
Misilmanan nayên gulekirin. Ev bêyomî belayê tîne. Teblîx li Misilmanan tê kirin. Bi çekan bersiv nayê dayîn.ji hewa bombe nayê barandin. Kujerî ye.
Divê Tirkiye teqez gule bera ser rêxistinên Misilman yên wek DAÎŞ û Talîban ku di riya şaş de ne nede, gelereşandina ser Misilmanan heram e.
Ji bo ku tevgera bûrokrasiyê ya bi serê xwe were astengkirin pergala serokatiyê ne şert e, bi verastkirinên qanûnî ve ev yek pêkan e.
Bi taybetî jî di pergala darizandinê de verastkirin lazim in, wek mînak, dema ku dadger şaşîyekê bikin divê xebata venêrînê demildest were kirin.
Divê pergala Tirkiyê ne ya ku gel sucdar dibîne be, divê ya gel mafdar dibîne be. Pêwîst e ku destnedayîya dadgeran jî were rakirin
Kujerê bi hezaran mirovan ji gel re wateya welat û milet dibêje û ji gel re jî dibêjin ku vê yekê qebûl bikin, şermeke gelekî mezin e.
PKK çekdarbûnê û birina gencan a çiyê didomîne. Dixwaze ku havirdorê kontrol bike, hêj hin kes bawer in ku dê çekan berde.
Li gelê me heqaret e ku difikirin gel qanî bikin. Em teqez efûkirina kujeran, federasyonê û perçebûnê qebûl nakin.
Bi bilindkirina Ocalan ve wî dixin rewşeke din. Kesê ku bi hezaran mirov kuştine, li hember mezinbûna Tirkiyê disekine nayê pesendkirin.
Tê gotin ku 28ê Sibatê xelas bûye, ew dozên li beyanên bi zordarî hatine îmzekirin hêj dewam dikin, maxdûr hêj maxdûr in.
Hin kes bo rihetiya xwe Tirkiyê dixin nav bobelatekê, ji mezinbûna belayê, ji perçebûna Tirkiyê aciz nabin.
PKK rêxistinek bê xwedê, bê kitêb û komunîst e û aniha herêm dagir kiriye, birayên me Kurd ên oldar ji PKKê nefret dikin.
PKK li herêmê perwerdeya komunîst dide, divê gencên me li hember komunîzmê werin hînkirin, hezkirina niştiman, al, gel, ol û kitêbê hebe.
Ocalan di sala 1999an de qaşogiravî banga çekberdanê kiriye, PKKê jî di 2000an de daxuyandibû ku çek berdaye. Hin safdilan jê bawer kiribûn.
Hin nivîskarên ku rêz li PKKê digirin, dema qala oldar û gele me dibe wek şêran dibin. Helwesteke gelekî çirkîn nişan didin.
Li şûna xapandinê divê em gel li hember talûkeya PKKê hişyar bikin, divê gencên ku bi hezkirina niştiman û alê werin gîhandin.