Gelek însan tenê kêmasiyên hev dibînin, gorî xwe çirkîniyan dibînin, ev yek bêexlaqîyek mezin e, tiştekî qirêj e.
Piraniya mirovan gelekî bêsebr in, gelekî zû hev difiroşin. Di Îslamê de dostanî û biratî heye.
Di nav ewqas mirovan de kesê dilan dikire tê bijartin, bi wî/wê re dibe dost. Ew yek xweşikiya Îslamê ye.
Ger kesek xeyîdîbe, dilê wî bikire, hêrs bûbe aş bike, tamîrkirina ruhê mirovan peywira mezin a bawermendan e.
Ruhê her mirovî dost û hezkerekî digere. Hezker çawa dibe? Efûker, dilovan, hişmend, dilnerm, parseng û levkirî dibe.
Dibe ku hin mirovên kesayet biçûk bixeyîdin hêrs bin. Ger bixeyîde aş bike, ger bêhezkirin be hezkirinê fêr bike, hêrs bibe aram bike. Taybetiya bawermendan hostebûna çêkirina ruhan e. Wek bawermend em ê ruhê nexweşketî tamîr bikin çêkin.
Hêr tenê zirarê dide me, dexesî tenê dibe sebeba zirarê, efûkerî û hezkirin dostên mirovan zêde dikin.
Ya duyem jî ew e ku em ê ruhên din xwe bidin hezkirin, em ê ji ruhê xwe re bêjin ku hêrs û dexesî xeynî belayê ti tişt nîn e.
Divê ewilî em bi ruhê xwe ve bibin dost, wî perwerde bikin û pê re bibin dost. Em ê ruhê xwe ruhê me jî dê me hez bike.
Em bona hezkirinê hatin afirandin, hêrs, şer tiştên çirkîn in. Em wek bawermend divê ruhê xwe têxin xizmeta bextewariya ruhên din.
Bawermen tim bi çavê baş bawermendan dinêre. Ger misilman bi çavê reş birayê xwe binêre, Xwedê neke, mirovan nêzî dojehê dike.
Zimanê bedena munafiqan gelekî çirkîn e, mîna şanogerê karakterekî şerhez, rikdar, hêrsok û hemû nebaşiyan tev digere.
Her xala dojehê xwedî hiş e. Wisa xwedî hiş e ku gunehê wê bi ti kesî nayê. Kevir, xwelî û gîha wek lebatên dojehê ne.
Dojeh hebûneke xwedî hiş e, hay ji hemû sûcên dojehîyan heye û dizane çawa ezîyetê bike.
Ji hev hezkirin û biratiya bawermendan gelekî munafiqan aciz dike. Ji ber ku munafiq xwe mezin û bilind dibîne, tim dixwaze tenê bimîne.
Munafiq tiştên baş bona ku xelq bibîne dike, ne ji bo xatirê Xwedê. Bona ku navê wan bê bihîstin, serkeftî bin dikin. Ne ji bo rizayê Xwedê.
Ew kîn û nefreta munafiqan dîsa li dij munafiqan îş dike. Munafiq bi kîn û nefreta xwe nexweş dikeve, lê belê bawermend xurt dibe.
Bila li Tirkiyê her kes gotina xwe serbest bêje, bila ji her nîmetên demokrasiyê tam hildin lê belê bila ti kes heqaret û çêran neke.
Munafiq havilperest e, li ku berjewendî hebe li wir e. Lê ew ruhê wan ê tarî nikare bandorek neyênî li bawermendan bike. Munafiq Misilmanan tînin kelecan û kêfê, dibin sedema xurtbûna wan, bona wê yekê, hebûna munafiqan bo misilmanan dibe nîmet jî.
Dema ku Misilman derbarê munafiqiyê de bi temamî hişyar bûn, dê hemû tengasiyên alema Îslamê xelas bin, firehî were.
Çawa ku bandora şeytan li ser kesên îmana wan xurt e tune ye, bandora munafiqan jî li ser Misilmanên hişyarçê nabe.