Tirsa Xwedê tenê bona windakirina heza Xwedê ye. Bihuşt jî nîmetekî Xwedê ye ku heza wî nîşan dide.
Di Quranê de şahidîya jinan tenê di mijara bazirganiyê de derbas dibe. Ev bona ku jin nekevin tengasiyê tevdîrek e.
Gîhandina wê nifşa ku bi temamî wek hev in, tiştên nû nizanin û tenê bi çend peyvan diaxivin bona me gelekî xeternak e.
Misilman bi Quranê diaxivin. Hişê wan Quran e. Ew kesên ku şûn ahukmê Quranê hukmê xwe pêk tînin dikevin şîrkê.
Werin em hezkirinê belav bikin. Di dibistanan de tenê carekî jî mamoste behsa hezkirinê bikin û bêjin bibin xwişk û bira, kesek ji bîr nake.
Ew modela jiyanê ku di televîzyonan de tê pêşkêşkirin bi temamî vala û bêkêr e. Gelekî xembar e ku genc tenê berê xwe didin van tiştan.
Bi van bernameyên televîzyonan ve, çandeke badilhewa tê belavkirin. Jiyaneke ku behsa ol û Xwedê nake tê pêşkêşkirin.
Gîhandina nifşeke wisa ku afirandina tiştekî armanc nake û bêhûde dema xwe derbas dike bona Tirkiyê xetereke mezin e.
Komeke ji hunerê û estetîkê beşer nake, nikare biafirîne, tim bi tiştên amade debara xwe dike bi derbekê re belav dibe. Ev gelekî talûke ye.
PKK dijminê hemû Rojhilata Navîn e. Dibin bela serê her kesî. Ew gefên wan li PDKê jî vê bêexlaqîya wan nîşan dide.
Mirov zindiyên gelekî lawaz in, tim nikare bala xwe bide ser tiştan. Nikare li ser axavtinên dirêj hûr be. Hebûna muzîkê hişê mirovan xurt dike.
Têgihîştina ortodoks zindîbûna mirovan dikuje û hişê wan felcî dike. Di dawîyê de jî tim civakên binpêbûyî derdikevin holê.
Ya ku dixwazin bi xweseriyê ve ava bikin, pergaleke Stalînîst a zordestiyê ye. Dîktatoriya proleteryayê taybetiya herî mezin a Stalînîzmê ye.
Tenê hebûna yek mîsqala hucreyan jî bona femkirina hebûna Xwedê bes e. Yek hucre ji bajarekî mezin zêdetir tevlihev e.
Bi şêwazek hişk û nedilovan ve rexnekirin ne hişmendî ye. Rexne bi şêwazek hişane, jevgirtî ve tên kirin.
Pirsyarbûna bawermendan li axretê bona wan îltîfat e, bona dîtina qenciyên wan in.
Bawermendekî/e hişyar û jidil naçe dojehê. Lê belê bawermend her tim di navbera tirs û hêviyê de ye.
Ew dadmendiya civakî, azadî û pergala welayetê ku ji komunîzmê hêvî dikin, bi awayekî rast û xweş dê di desthilatiya exlaqê Îslamê de bijî.
Li Başûrê Rojhilat xweserîyeke Stalînîst ava dikin û dibêjin em ê bi Tirkiyê re bibin yek, ev ne tiştekî ku em pê bawer bikin e.
Xweserîyeke di bin hêza rêxistineke Stalînîst de û pêyekî wan bi Koreya Bakur re bi Tirkiyê re nabe yek, em ê perçe bin.
Bila ev rewş bibe sedema xelasbûna êşên Kurdan jî. Em wan di xanîyên xweşik û fireh de bicîh bikin, her derfetê bidin wan.