Cîhê ku li Suriyê, li Iraqê, li Efxanîstanê Misilman perîşan bin, dema me tune ye ku em bona kêfa xwe betlane bikin.
Gelek kesên paşverû nimêja sibê nakin, nimêjin xwe din jî dihêlin qezayê. Xwedê nimêj di wextê xwe de ferz kiriye.
Ger yên nebaş derbarê kesên baş de gotinên nebaş bikin, dibe nîşane ku ew kes di rêyek rast de ne.
Di nêrîna munafiqan de mirineke zenûn heye, li ser rûyê wan jî awirên hişk û bê ruh hene. Hewl didin ku bi vê ve misilmanan aciz bikin.
Aniha Şiî, Sunî û Wahabî bi awayekî ecêp hev dikujin û qir dikin, lê belê piştî demekê em ê fem bikin ku hemû xweşk û bira ne.
Di nêrîna bawermendan de nûr, xweşikî û hezkirin heye. Lê di çavên munafiqan de nefret û mirin heye.
Şaş axavtina munafiqan, mirûzê li ser rûyê wan û kirêtiya wan di Quranê de derbas dibe.
Munafiq xwe wek "durustker û tîmarker" nîşan dide. Fîtneyan derdixe û dij misilmanan dipeyive, lê disa jî xwe xêrxwaz dide xuyakirin.
Munafiq naxwaze ayetên Quranê, hukmên Xwedê bibihîse. Gelekî ji dengê Quranê aciz dibin.
Munafiq naxwazin Xwedê wek Yek û Tek bilêv bike. Dixwaze pergala şîrkê hebe. Gorî xwe yên xurt dike pût û xwe dispêre wan.
Em nabêjin bila zordestiyê li homoseksuelan bikin, lê em mejbûrê vegotina kirêtiya wî îşî ne. Dayîna keçmarî û kurmariya wan, xwîndayîna wan ne durust e.
Dema mirov sedeqe û zikatê dide bi hesabên biçûk ve nade, zêde zêde dide. Xwedê dibêje ji xeynî hewcedariya malê, yên din belav bikin.
Yên ku naxwazin nîşaneyên munafiqan bibihîsin, munafiq bi xwe ne. Çi gav bawermend vê dibihîsin, wek fersenda xwe durustkirinê dibînin.
Bila vegotina Îslamê, Quranê mirov pereyan nagire. Teblîx bo pereyan nayê kirin.
Dema herî teng û dijwar dema bawermendan a herî hêja ye, xurttir dibe. Dikare xêra 30 salan 30 qatî zêdetir di wê dema dijwar de hilde.
Em dixwazin birayên xwe Kurd di nava hebûn û zengînîyê de bibînin, bila teqez alîkariya madî li hemûyan bê kirin, alîkariya pere jî. Birayên me Kurd xwedî rûmet in hewcedariyên xwe nabêjin, divê em lazimiyên wan demildest daynin ber deriyê wan û xaniyên wan jî zûtir ava bikin. Bila di her sermiyanê de pêşanî ya Kurdan be. Divê em hezkirina xwe baş nîşandin ku bila bizanin ew yek ji xweşikiyên vî welatî ne. Em bi hemû gelê xwe dikarin hewl bidin ku bila birayên me Kurd bi dilrihetî bi eşq û bawerî bijîn. Canên me Kurd dê bi aramî bijîn.
Bila li herêmên terorê ceyran belaş be. Faturayên wan bîla ser navê me were birîn, em ê bi gelê xwe ve bidin, bila birayên me mexdûr nebin.
Zulmeke mezin e ku Misilmanên Xwedayê wan, Kitêba wan û Qibleya wan yek e hev bikujin. Hemû ev zulman acîlyeta hatina Mehdî nîşan didin.
Gelekî şayanê dîtinê ye ku Misilman nizanin hevkuştina wan lîstikeke şeytan e.
Şûna ku derfeta hev hezkirinê, hev hembêz kirinê, rakirina bobelatan heye, hev kuştin bêwijdaniyeke mezin e.
Ruhê hin Misilmanan qalik girtiye, nizanin bi hezkirin û dilovanî nêzîkî hev bin.